Sendîkavanên jin dev ji kar berdan û qad dagirtin
16:07
JINHA
ENQERE- Sendîkavanên jin bi dirûşma "Em ji bo nasname û bedena xwe dimeşin" 8'ê Adarê bi coşek mezin pêşwazî kirin. Jinên ku qadê mitîngê dagirtin weke her sal îsal jî xwestin betlane çêbibe.
Jinên endamên DÎSK'ê li cadeya Sakaryayê hatin cem hev. Jinên endamê KESK û TMMOB'ê û gelek jinên din jî piştgirî dan çalakiyê. Jinan pankarta "Em ji bo nasname û bedena xwe dimeşin" vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" "Dewlet destê xwe ji bedena jinê vekişîne" berz kirin. Li ser navê Jinên KESK'ê Gulîstan Atasoy axivî û wiha got: "Em şerê ku li ser me ferz dikin red dikin. Em li dijî jiyana koledariyê xwedî li keda xwe derdikevin. Heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî diyar kir ku jin dê li dijî hemê neheqiyan li qadan bin û wiha axivî: "Heta ku polîtîkayên AKP'ê yên dijberî jinan hebin em ê li her derê li qadan bin." Arzu destnîşan kir ku di serî de Sûr û Cizîr li her derê ku pêkûtiya dewletê heye jin herî pêş de têkoşînê didin û wiha got: "Îro dema ku em dinêrin li kû derê zilm hebe li wir jin hene. Li Artvîn, Sûr û Cizîrê li her derê ku zilma AKP'ê heye jin jî hene."
Çalakiya jinan bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.
(rc)