Jinên Rojava armanca êrîşan qirkirina gele

09:07

Jînda Azad/JINHA

TIL TEMIR - Jinên xebatkar ên bajarê Tir Temir êrîşê çeteyan a li hember Taxa Şêx Meqsûd bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku hewldidin li taxê qirkirinê pêk bînin.

Taxa Şêxemeqsûd a bajarê Helebê ji 16’ê Sibatê ve heya niha bê navber rastî êrîşa komên Çekdar ên girêdayî opozisyona Sûriyeyê û ENKS'ê tê. Di encama êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ya li ser taxê heya niha 48 sivîl ku di navde zarok û jin jî heyî jiyana xwe ji dest da û 434 kes jî birîndar bûn. Derbarê mijarê de jinên xebatkar ên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê êrîş nirxandin û bi tundî şermezar kirin.

Li Şêx Meqsûd qirkirina gel hedef dikin

Hevşaredara Bajarê Til Temir Elmas Emîn diyar kir ku li pay êrîşan hêzên dewleta Tirk heye û wiha got, "Di dîrokê de rêbazên qirkirinê ku dewleta Tirkiyê her dem li ser Kurdan pêk aniye heye. Di roja îro de jî ev yek li Bakûrê Kurdistanê di şexsê Cizîrê de pêk anîn. Îro li Şêx Meqsûd jî heman rêbazî bikar tînin qirkirina gel hedef digrin." Elmas destnîşan kir ku bi desteka hêzên terorîst êrîşên hovane li ser sivîlan pêk tînin û wiha pêde çû, "Tevî agirbesta ku li Sûriyê di navber rêjîmê û hêzên opozisyonê de hatiye îlankirin jî, ji aliyê Tirkiyê û hêzên pêve girêdayî ev êrîşî pêk tên û cîhan jî li hember vê bêdengiya xwe diparêze. Ji ber wê em bang li tevahî saziyên mafê mirovan dikin ku divê riyê çareseriyê bê dîtin û dawî li van komkujiyana bînin."

'Li hember zilmê berxwedana gel dê bi serbikeve'

Endama Dadgeha Gel a Bajarê Til Temir Neda Ehmed jî êrîşên ser taxê bi tundî şermezar kir û wiha got, "Em komkujiyên ku li taxa Şêx Meqsûd li ser sivîlan tên kirin bi tundî şermezar dikin. Tevî agirbesta ku li Sûriyê hatiyê îlankirin hîn jî êrîş li ser taxa Şêx Meqsûd berdewamin. Her kes li beramberî van kiryaran jî bêdeng û bê helwest dimîne. Li hember êrîşên ku pêk tên em ê ti car serî netewînin û gelê Kurd li her derê wê ber xwe bide. Li hember zilmê berxwedana gel dê bi serbikeve."

(hs/rc)