'Li hember rengên me ên netewî jî tehmûla wan nemaye'
09:09
JINHA
WAN- Jinên esnaf ên Wanê diyar kirin ku ew ji ber di pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê cilên gelêrî lixwekiribûn hatine binçav kirin. Jinan diyar kirin ku tehmûla dewletê li hember rengê kesk, sor û zer jî nemaye û wiha got, "Me bi rûha kedê jinan cilên gergîn lixwekir. Em bi cilên xwe ên gelêrî û çanda xwe henin."
Jinên esnaf ên Wanê Hanîfe Gûzel (34) û Zeriye Yobaş (36) ji ber di pîrozbahiya 8'ê Adarê de Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê cilên gelêrî lixekiribûn di lêgerînê de hatibûn binçav kirin. Piştî hatin binçav kirin nîv saetê şûn ve birin Midûrê Emnîyeta Wanê. Hanîfe û Zeriye ên ku li Bazarê Gel a Mezin esnafiyê dikin piştî 6 saetan binçavkirin hatibûn berdan.
'Dewleta tirk nehişt em roja xwe pîroz bikin'
Hanîfe got, " Em 5'ê Adarê ji bo roja xwe bi cilên xwe ên netewî diçûn qada mitîngê. Dema ku em çûn qada pîrozbahiya 8'ê Adarê jin eleqeyek mezin nîşanî cilê me dan. Ji ber ku bi rengê kesk, sor û zer hatibû çêkirin. Di rêde em rastî lêgerîna polîsan hatin û destûr nedan em biçin qada pîrozbahiyê û roja xwe pîroz bikin û me li wir girtin binçava. Ew roj roja me jinên kedkarên cîhanê bu, em bi kelacan û coşekî herî mezin bi cilên xwe derkeftin qada û ji bo roja xwe pîroz bikin daketin qadê. Lê mixabin dewleta tirk nehişt û em roja xwe pîroz bikin, em gelek xemgîn bûn."
Hanîfê dawiyê de jî got ku:" Em kevneşopiyên xwe didin jiyandin û ew cilên me ên netewî ne. Em dixwazin ku êdî azadiya jinê jî hebe û em jin roja xwe de roja xwe pîroz bikin."
'Em ê bi rengê xwe hebin'
Zeriye Yobaş ji qala roja pîrozbahiyê kir û wiha got, "Me bi taybetî ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê cilên gelêrî amade kir. Em bi cilên xwe ên gelêrî hatin qada pîrozbahiyê û em rastî astengiya polîsan hatin. Ji ber cilên xwe em hatin binçav kirin. Ev pergal hêj cilê me asteng dike. Polîs di dema lêgerînê de ji mera gotin "Destûr nîne hûn bikevin qadê". Min sedema wê pirsî ew jî wiha got "Cilên we bi rengê kesk, sor û zere ji ber vê". Li ser bertekê me em girtin binçavan û me birin TEM'ê."
Zeriyê dawiyê de got: "Li hember rengên me ên netewî jî tehmûla wan nemaye. Em bi rengê xwe û kevneşopiyên xwe hene û em ê xwe bi rengê xwe bidin jiyandin.
(hk-db/rc)