Girkê Legê jî got 'Em Lozanek din qebûl nakin'
09:11
JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Gel ji bo protestokirina Cenevre 3. ku bêyî Kurdan hate lidarxistin û biryarên bêyî Kurdan wergirt, gelê Rojava daketin qadan. Li Girkê Legê jî çalakiya şermezariyê hebû.
Gel ji Rimêlan, Dêrik û Tirbespiyê beşdarî meşa li Girkê Legê bûn û nerazîbûna xwe li dijî lidarxistina Cenevre 3. bêyî beşdariya nûnerên Kurdan anîn ziman. Di meşê de dirûşmeyên 'Bêyî Kurdan Cenevre Nabe' hat berzkirin û piştî girse gihîşte meydana Girkê Legê axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Ebdulqadir Miwehed axivî û tevlînekirina Kurdan di Cenevre 3. de bi tundî şermezar kir. Ebdulqadir da zanîn ku biryarên Cenevreyê gelê Kurd girê nade û ew ê têkoşîna xwe ji bo bidest xistina mafên xwe bidomînin.
Ser navê Kongreya Star Şanaz Ebdo jî wiha got, "Şanaz berxwedana gel silav kir û da zanîn ku "Hêzên desthilatdar bi planên qirêj dixwazin ku gelê Kurd Lozaneke din bijîn, lê belê dê bi berxwedaniya gel ev plan vala derkeve." Şanaz ji gel xwest ku helwesta xwe li dijî nêzîkatiyên ku Kurdan ji nedîtî ve tên nîşan bidin û banga xurtkirina têkoşînê kir.
Çalakiya nerazîbûna gel bi dirûşmeyên 'Bijî YPG Bijî YPJ', 'Em Lozaneke Din Qebûl Nakin' bidawî bû.
(sx/hs/rc)