12 Adarê Raperîna Gaziyê

11:36

GÖRÜNTÜLÜ

foto:ist-10-03-2016-gazi-katliami-kadinlar



Ozlem Çiçek/ JINHA

STENBOL- Li ser komkujiya Gaziyê re 21 sal derbasbû hîna komkujiyên dewletê berdewam dikin. Jinan gotin; "Ne tenê 12'ê Adarê, komkujiya 38'an a Dêrsimê û hemû komkujiyên dinê ser jinan tên kirin. Dewletê em li Gezi, Roboskiyê qetilkirin, paşê jî li Pirsus û Enqerê. Niha jî li Amed û Cizîrê me teqildikin."

Di 12'ê Adara sala 1995'an de bi hevkariya dewlet û kontragerila bi hev re li Taxa Geziyê komkujî kirin. Dema ku ji aliyê 'kesên nasnameya wan ne diyar' ve li Taxa Geziyê çar qehwexane û postaneyek hatin gulebarankirin û di navê de Pîrê Elewiyan Halil Kaya jî heyî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndarbûn, ser wê bûyerê welatiyên Geziyê daketin qadan. Di Raberîna Geziyê de 22 welatî ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Di wê demê de weke sembola welatiyên di bin çavan de hatin qetilkirin Hasan Ocak tê nasîn.

Ji wê dema 22 welatî hatin qetilkirin ve li Roboski, Pirsus, Amed û Enqere komkujî kirin. Komkujiyên faîlên wan diyar hîna li Kurdistanê berdewam dikin. Jinan banga li hemberî komkujiyê daketina qadên rêveberiya xwecihî kirin.

'Polîtîkaya dewletê ya êrîşên ser jinan nehat guhertin'

Hurriyet Baba ya ku şahidiya raperîna Geziyê kirî destnîşan kir ku di dema komkujiyê de li gel wê guleyek li serê Fadime Bingol xistin û Ozlem ber bi teneka çopê ve xişikandin. Hurriyet balkişand ser li Kurdistanê qetilkirinên jinan û ji bo tehşîrkirinê tazîkirina bedena wan û êrîşên di 8'ê Adarê de ser jinan kirin. Hurriyet da zanîn ku ji salên 90'an heya niha polîtîkaya tindiya dewletê ser jinan nehatiye guhertin.

'Divê jin li qadên rêveberiya xwecihî bin'

Semra Alma ya bi xwe ji Roboskiyê jî wiha got: "Dewletê li Gezi û Roboskiyê em qetilkirin, paşê jî li Pirsus û Enqerê. Îro jî li Amed û Cizîrê. Dewlet polîtîkaya xwe ya komkujiyan bi hişmendiya deshilatiya mêrane berdewam dike û ser civakê ferz dike. Li hemû qadên jiyana civakî jin rastî şidet, tacîz û îstismara zayendî tên."

'Divê her jin bibe şervanê parastina jiyana xwe'

Sinem Kaplan a ku li Taxa Geziyê dijî jî bilêv kir ku ne tenê komkujiya 12'ê Adarê, 38'an li Dêrsimê û di hemû komkujiyan de jinan hedef digirin û wiha dom kir: "Divê hemû jin li nava refên berxedanê li Cizîr û Surê bin. Divê her jin bibe şervanê parastina jiyana xwe. Jin tenê bi berxwedanê dikarin azad bibin."

(zt)