Dayê Cemîle got 'ez ê malê xwe terk nekim'
12:53
JINHA
ŞIRNEX - Li hember navenda bajêr êrîş bê navber berdewam dike. Dayê Cemîle ya ku li pişt barîqatan dibîne got, "Ji zilma dewletê re êdî bese, li hember her cure êrîş ez ê malê xwe terk nekim."
Li hember êrîşên ser navenda bajarê Şirnexê gel ji bo parastina xwe barîqatan avadikin. Yek ji jinên ku li pişt barîqatan dijî dayê Cemîle (80) û wiha dibêje, "Min du demên xela jiyan kir". Cemîle diyar kir ku ew ê li hember her cureyê êrîşê malê xwe terk neke û wiha got, "Em di çêkirina barîqat û xendekan de dereng man. Êdî em li hember zilma dewletê becîn. Demên borî ba minê çek hildaba, lê niha pîrbûme."
'Em ê li hember zilmê berxwe bidin'
Cemîle destnîşan kir ku di salên 90'î de ew ji gundê wan ya herêma Bestayê bi darê zorê dane koçkirin û niha jî dixwazin ji bajêr derxin û wiha pêde çû, "Di wan deman de min bi kevirên mezin pê li leşkeran dida. Gelê me gelek berxwedêre. Gelê vê erdnîgariyê dikare bi rojan li kêleka çemê, çolê ango serê çiya bijîn. Li Bestayê carnan bi rojan tenê serê xwe dimam. Wan deman komkujiyên wiha nînbû. Yek miriba bi rojan me şîn digirt lê niha qey wiha ye?"
'Em ê bi serkevin'
Cemîle anî ziman ku tenê dexwaza wê jiyanek lê komkujî nebe ye û wiha dawî li gotina xwe anî, "Ciwanên me li hember zilmê rabûn ser piyan. Bi îzna xwedê em ê biserbikevin. Ji xwedê û pêxemberan dexwaza min ew e ku Şirnex biser bikeve."
(rc)