Li Şirnexê ezmûn bi komî zu hatin dayîn
13:19
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexa ku êrîşên qirkirinê lê didomin, li lîseyên navenda bajêr li gor salnameya mufredatê, ezmûnên ku diviya di 20'ê adarê de destpêbikiranan, hat diyarkirin ku di 7'ê adarê de dest pê kirine û bi awayekî tomerî pêk hatine. Hat zanîn ku xwendekar carinan rojê beşdarî 6 ezmûnan bûne.
Li Şirnexa ku êrîşên qirkirinê lê didomin, li lîseyên navenda bajêr li gor salnameya mufredatê, ezmûnên ku diviya di 20'ê adarê de destpêbikiranan, hat diyarkirin ku di 7'ê adarê de dest pê kirine û bi awayekî tomerî pêk hatine. Sedema van pêkanînan jî wek "qedexeya derketina derve" ya li navenda Şirnexê hat diyarkirin û ji ber vê xwendekar carinan rojê beşdarî 6 ezmûnan dibûn.
'Agahî nedan xwendekaran'
Li hemû lîseyên li navenda Şirnexê îro ezmûn bi dawî bûn. Li Lîseya Anadolû ya Şirnexê ya ezmûnên ku diviya di 20'ê adarê de destpêbikiranan di nav 3 rojan de bi awayekî tomerî pêk hatine. Derbarê pêkanîna ezmûnan de berê bo xwendekaran tu agahî nehatiye dayîn û hat diyar kirin ku hin xwendekar carinan rojê beşdarî 6 ezmûnan bûne.
'Perwerdehî formalîte ye'
Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sena Şirnexê Serhat Ûgûr jî diyar kir ku wan vê agahiyê ji endamên xwe yê li dibitanên bihistîye û da zanîn ku pêkanînên wiha jî didin der ku bê perwerdehiya li herêmê çiqas formalîte ye û wiha got, "Dema em li van pêkanînan dinêrin, em dibînin ku bo rojên pêş amadekariyan dikin. Bo ezmûnên ku dê li dibistanan pêk bên hîn 2 hefte maye. Bi vegustina saziya perwerdehiyê, Îdareya Taybet a Parêzgehê û hin saziyên tenduritiyê yên bo Cizîrê dixwazin bingeha vê amade bikin. Li gor agahiyan, dê ev sazî ji vê duşemê pêve li Cizîrê dest bi mesaîyê bikin."
(zt)