Zarokên komkujiya Qamişlo hatin bîranîn
13:25
JINHA
HESEKÊ - Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi armanca bîranîna kesên di komkujiya Qamişlo de jiyana xwe ji dest dane semînerek organîze kir û berpirsyarê komkujiyê hat şermezar kirin.
Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li navenda Çand û Huner a Xabûrê ya bajarê Hesekê bi armanca bîranîna komkujiya Qamişlo semînerek li dar xist. Di civîna ku gelek welatî amede bûn de Rêveberê PYD'ê Rênas Efrîn axivî. Rênas pêk anîna rejîma Baasê ya li hember gelê Kurd bi bîr xist û wiha got, "Ev qetlîam bi awayeke bizanebûn hate organîzekirin û gelê Kurd hate hedefkirin. Plan dikirin ku di navbera gelan de pevçûn çêbikin. Vîna gelê Kurd a xurt bi tu awayî zilm û dîktatoriyê qebûl nake û nayê siyasetên fitne û fesadiyê. Tevî ku ewqas êrîşên hovane li ser gelê Kurd hîna jî didome, berxwedan xurtir dibe û gelê me sîstema xwe ya demokratîk înşa dike."
Endama PYD'ê Zeyneb Sarûxan jî axivî û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got, "Şehîdên Qamişlo şehîdên azadiyê ne. Wan bi tu awayî hovîtiya rejîma Baas qebûl nekirin. Rejîmê ne tenê li Qamişlo, bi dehan car êrîş pêşxist û xwest vîna gel bişkêne, lê nekarî vê pêk bîne. Vaye em dibêjin ku tevahî Kurdistan bi piştgiriya hev dê Kurdistanê azad bikin. mînaka vê ya herî berçav jî şoreşa Rojava ye ku ji her parçeyê Kurd herikîn vir û ji bo azadiyê têkoşîn kirin û şehîd bûn. Em dubare tevahiya şehîdên şoreşê bi bîr tînin."
(ee/jh/rc)