Li Êlihê amadekariyên pîrozbahiyên Newroz ê
13:42
JINHA
ÊLIH - Pîrozbahiya Newroza Êlihê ya ku dê di 18'ê adarê de bihata pîrozkirin roja wê hate guhertin û hate hîn bûn ku dê Newroz li Êlihê di roja 20'ê adarê roja yekşemê bêpîrozkirin. Têkildarî cejna Newrozê parlementer Ayşe Acar Başaran axivî û destnîşan kir ku ew ê bi xwedî derketina qadên berxwedanê û daxwaziya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroza xwe pîroz bikin û bang li gelê Êlihê kir ku bi rûhê berxwedanê beşdarî Newrozê bibin.
Li Êlihê Komîteya Amadekar a Newrozê bi boneya amadekariyên Newrozê li avahiya DBP'a Êlihê civîna çapemeniyê li darxist. Di civînê Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, rêveberên DBP û HDP, endamên Komîteya Amadekar a Newrozê û gelek kes amade bûn. Li Êlihê Newroz dê di 18'ê adarê de bihata pîrozkirin û hate hîn bûn ku roja pîrozbahiya Newrozê hatiye guhertin û dê di roja 20'ê adarê bê pîrozkirin.
Di civînê de Parlementer Ayşe Acar Başaran axivî û destnîşan kir ku ji bo ew starta Newrozê bidin û ji bo destûrê serlêdan bikin civînê amade kirine û got ku di dîrokê de Newroz çiqas ji bo kurdan û gelan girîng be Newroza 2013'an jî ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyê girîng û dîrokî bû. Ayşe anî ziman ku ew ê bi xwedî derketina qadên berxwedanê û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newrozê pîroz bikin û bang li gelê Êlihê kir ku herkes bi reng û dengê xwe bi rûhê berxwedanê beşdarî Newrozê bibin.
(bg/zt)