Jin li Efrînê eleqeyek mezin nîşanî perwerdê didin
14:32
JINHA
EFRÎN - Kongreya Star li bajarê Efrînê dewreyek bi navê Şehîd Denîz da despêkirin. Her wiha yekemîn dewreyê perwerdê a Hêzên Parastina Cewherî ya xweser hat vekirin.
Kongreya Star dewreya Ş. Denîz di binesaziya Komîngeha Şehîd Canda de da despêkirin. Dewreya perwerdê li taxa Efrîna kevn bi tevlîbûna 12 endaman ve destpêkir. Di vekirina dewreyê de endama Koordînasyona Kongreya Star Şêrîn Hesen axivî û girîngiya perwerdeyê anî ziman û wiha got, "Jin di pêşxistina çand, dîrok û şaristaniyê de roleke girîng hilgirtiye. Zanebûn ji nifşekê ber bi nifşeke din ve pêşxistiye û hiştiye ku ziman û raman pêşkeve. Bi pêşketina ziman re mirov pêşketiye. Wek ku Rêber Apo dibêje şoreşa ziman şoreşa herî mezin e, di dîroka mirovahiyê de û jinê ev şoreş pêk aniye" Şêrîn Hesen di dewama axaftina xwe de bandora bişavtinê li ser çand û civakan anî ziman û da zanîn ku ji bo parastina çand, ziman û xwe xilaskirin ji bişavtinê perwerde rêya sereke ye."
Şêrîn di dewama axaftina xwe de bernameya perwerdeyê eşkere kir û wiha pêde çû, "Girîngiya perwerdeyê, dîroka têkoşîna jinê, ûslûb û xitabet, jin û siyaset, rêveberiya xweser, şerê taybet, rêxistinkirina komîn û meclîsan. Ev dewre dê heftiyek bidome."
Di vê navberê de li Kantonê, Hêzên Parastina Cewherî HPC 1. dewreya xweser a jinan li akademiya HPC li navçeya Cindirêsê vekir. 21 endam jî tevlî vê perwerdeyê bûne ku 2 ji wan jinên Êzidî ne. Perwerdeya vê dewreyê jî waneyên girîngiya parastinê, dîsîplîna hundirîn ya HPC'ê, civaka xwezayî, dîroka jinê û perwerdeya leşkerî dê bê dîtin.
Di destpêka dewreyê de Rêvebira HPC'ê Roza Hesen axaftinek kir û girîngiya parastina cewherî ji hêla jin ve anî ziman û got, "Jin şaneye bingehîn di avakirina civakê de ye. Lewma jin çiqas di warê parastinê de xurt be, ew ê bikaribe civak û vîna civakê biparêze. Ev dewre jî dê 8 rojan berdewam bike.
(fr/rc)