Li Amedê Pirtûkxaneya Bideng
14:51
JINHA
AMED -Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo astengdarên dîtinê ku nikarin sûdê ji berhemên nivîskî û dîtbarî wergirin Pirtûkxaneya Bideng ava kir, 194 çîrok xwendin û qeyd kirin. Êdî zarok, jin, mezin, ciwan û pîr û kalên nebîna jî bi ser malperê kîjan pirtûkê bixwazin dê hilbijêrin û pê li bişkoka “Pirtûkxaneya Bideng” bikin û bi zimanê xwe guhdariya çîroka ku dixwazin bikin.
Midûrtiya Şaxa Astengdaran a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, astengdarên nebîna li ber çavan girtin û ji bo kesên nikarin ji berhemên nivîskî û dîtbarî sûdê wergirin Pirtûkxaneya Bideng ava kir. Heta niha 194 çîrok bi kurdî; kurmancî û zazakî di vê pirtûkxaneyê de hatin qeydkirin û ji bo astengdarên nebîna jê sûdê wergirin li malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin barkirin.
Semra: 194 çîrok hatin tomarkirin
Seroka Daîreya Karên Civakî Semra Kiratli der barê mijarê de agahî dan û diyar kir ku Pirtûkxaneya Bideng di bin banê Midûrtiya Astengdaran de hatiye damezrandin û astengdarên çavan sûdê jê werdigirin. Semra aşkere kir ku wan ji bo astengdaran 194 çîrok li wê derê tomar kirine. Semra bal kişand ku ev çîrok bi kurdî ne, bi zaravayê kurmancî û dimilî ne û li ser malpera şaredariyê hatine qeydkirin. Semra diyar kir ku bi ser malpera http://www.diyarbakir.bel.tr li aliyê rastê yê binê malperê gava pê li bişkoka “Pirtûkxaneya Bideng” bikin dê bikaribin xwe bigihînin van çîrokan.
‘Heta dawiya salê dê 600 çîrokan bixwînin’
Berpirsê Pirtûkxaneya Bideng Mustafa Demîr, diyar kir ku binesaziya teknîkî ya pirtûkxaneyê sala par bi dawî hatiye û got, bi vê salê re wan dest bi xebatê kiriye. Mustafa aşkere kir ku armanca wan ew e ku zarok, jin, ciwan û pîrûkalên nebîna jî bikaribin bi zimanê xwe çîrokan guhdar bikin û got ku armanca wan ew e heta dawiya salê 600 çîrokan li vê pirtûkxaneyê qeyd bikin. Mustafa da zanîn, piştî vê projeyê wan dil heye Şanoya Radyoyê saz bikin û çîrokan wergerînin û li vê derê bidine xwendin.
(rc)