Ji bo şervana YPJ'ê Berna Ek konê şînê hat danîn
17:01
JINHA
AMED - Di sala 2014'an de li Kobanê di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de şervana YPJ'ê Berna Ek a ku jiyana xwe ji dest da û nû navê wê aşkere bû, li Bismilê bo wê konê şînê hat vedan.
Li navçeya Bismilê ya Amedê, ji bo şervana YPJ'ê Berna Ek(Axîn Zinar) a ku di sala 2014'an de li kobanê di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de ji yana xwe ji dest da û nû navê wê aşkere bû, ji aliyê Nûnertiya MEYA-DER'ê ve li gundê Girhebeşê yê Bismilê konê şînê hat vedan. Li konê şînê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, yê yek ji kadroyên pêşengê PKK'ê Mahsûn Korkmaz û yê şervana YPJ'ê Berna Ek hatin daliqandin. Li gel endamên MEYA-DER, rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê bi hezaran welatî serdana konê şînê kirin.
(zt)