Asayîşa Jin hêza parastina rewa ye

09:01

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN- Li Efrînê jin pêşengiya parastin, guhertin û înşa kirinê dikin. Rêvebera Beşa Lêpirsînê ya Asayîşa Jin a Efrînê Narîn Mihemed derbarê kar û xebatên xwe ji ajansa mera axivî.

Li Rojava parastin û înşa bi rengê jin teşe digre. Hêzên Asayîşa Jinê a Kantona Efrînê di Gulana 2013‘an de bi armanca parastina mafê hemû jin û parastinê hat avakirin. Bêy ku cudakarî di navbera pêkhateyan de bê kirin xebatê xwe di asta herî jor de pêk tîne. Hêzên Asayîşa Jin li Kantona Efrînê bi deh endaman dest bi xebata parastinê kir û niha hêjmarê xwe gihandine 170'î endaman. Her wiha ne tenê Kurd, Ereb, Êzidî, Sûryanî û Tirkmen jî cih di nav xebata parastinê de digrin. Derbarê xebatê de Rêvebera Beşa Lêpirsînê ya Asayîşa Jin a Efrînê Narîn Mihemed agahî da me.

Narîn wiha qala şertê avakirina Asayîşa Jin kir, "Di şert û mercên zehmet de Asayîşa Jin hat vekirin. Me bi deh kes dest bi vê xebatê kir û di encama xebata sê sal û danasîna rola jin di nava asayîşê de hêjmarek mezin tevlîbûn çêbû. Di navenda Kantonê de 50'î endam hene û 120 endamên din jî li navçeyên cuda yên Kantonê dixebitin.Tevî şert û mercên zehemet ku Kanton tê de ye, em roj bi roj karê xwe zêdetir li pêş dixin. Ev yek jî bi saya semîner, perwerdeyên leşkerî û bîrdozî ên ku li Akademiyan tên dîtine. Ji bo parastina mafê tevahî jin em hewl didin ku kareke serkeftî pêk bînin û tûndiya ku li ser jin tê kirin bi riya têkoşînê bi dawî bikin."

Narîn behsa cureyên pirsgirêkên ku jin rastî wan tên kir û wiha pêde çû, "Wekî Asayîşa Jin li Kantona Efrînê, di nava şeş heyvan de me bêhtirî 200 pirsgirêk çareser kirin. Cureyên pirsgirêkan jî piranî wiha ne; berdan, pirsgirêkên civakî, malbatî, destdirêjî, kuştin û bazirganiya maddeyên hişber ji aliyê jinan ve. Piştî lêkolînkirin û nîqaşkirina sûcê wan, li gorî zagonên Rêveberiyê Xweser em tevdigerin. Em pirsgirêkên civakî dişînin komîteyên lihevhatinê di nava komînan de Ji ber ku em dixwazin bi awayekî civakî ev pirsgirêk werin çareserkirin."

Narîn qala pirsgirêka ku herî zêde jin rastî tê kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Jin bin navê namûsê de ji aliyê hevjîn ango malbat ve tên qetilkirin. Em hewldidin vê hişmendiyê baviksalarî ji holê rakin. Ji ber vê xebatê me didomin. Her wiha bazirganiya hişbir jî li Kantonê tê kirin, ji bo em pêşî li vê yekê bigrin hewldanên me çêdibin." Narîn di dawiyê de bang li jinan kir ku tevlî xebatê bibin û erka berpirsyariyê hildin ser milê xwe.

(hs/rc)