Asya Taşçi ji aliyê hezaran kes ve hat oxir kirin

18:27

JINHA

SÊRT - Cenazeyê endama YPS-Jin Asya Taşçi ya li Sûrê jiyana xwe ji dest da li Sêrtê hate oxirkirin. Dayika Asya, Mevlude Taşçi qurnefîl danî li ser gora keça xwe û diyar kir ku êşa wê ancax dê bi hatina aştiyê bi dawî bibe.

Cenazeyê endama YPS-Jin Asya Taşçi ya li navçeya Sûrê ya Amedê jiyana xwe ji dest da li Sêrtê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Cenazeyê Asya piştî ku rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê 21 rojan şunda teslîmî malbatê hate kirin û piştî ku li Amedê wecîbeyên olî hate bicihanîn anîn Sêrtê.

Canezeyê Asya di rê de li Êlih û Misircê bi girseyê hate pêşwazîkirin û serê sibehê anîn Sêrtê û li Gorisana Şêx Mûsa ji aliyê hezaran kesan ve bi tîlîlî û çepikan ve hate pêşwazîkirin. Polîsan dirûşmeyên ku hatin berzkirin kir hincet û bombeyên gazê avêtin gel ji ber vê yekê demek rageşî darket.

Welatiyan cenaze li ser milên xwe hate cihê gorê anîn û li vir bi duayan hate definkirin.

Piştî rêzgirtinê dayika Asya, Mevlude Taşçi axivî û anî ziman ku zilma Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu ancax dikare bi têkoşînê bê pûçkirin. Mevlude qurnefîl danî li ser gora keça xwe û got ku êşa dilê wê ancax bi pêkhatina aştiyê derbas bibe.

'Em nikarin bi baweraya xwe ve cenazeyên xwe defin bikin'

Nûnera MEYA-DER'ê ya Sêrtê Bêrîvan Karakoyun jî axivî û got ku dewlet tehamul nake ku ew cenazeyên xwe jî defin bikin. Bêrîvan peyama yekîtiyê da.

Gel bi duayan ji goristanê veqetiya.

(rc)