Dayikên aştiyê: Emê agirê Newrozê bi giyana berxwedanê vêxin

15:12

JINHA

WAN - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê diyar kirin ku dê îsal agirê Newrozê bi berxwedanê geş bikin û gotin; "Agirê ku li girtîgeha Amedê dest pêkirî niha bi berxwedanek mazin berdewam dike. Ji bo me wateya agirê Newrozê bilindkirina berxwedanê ye."

Kawayê Hesinker li hemberî zaliman agirê Newrozê weke nîşana berxwedan û serketinê gur kir. Newroz ji wê demê ve bûye nîşana serketinê û wiha berdewam kiriye. Ji bo gel ê kurd Kawayê Hesinker, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide piştî ku Dehaq têk dibe agirekî mazin ku ji her çar aliyê welat ve tê ditîn dadide. Ji wê rojê ve ye her tim gel ê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin. Ev roj rastê 21'ê adarê tê û navê wê dikin Newroz ( Roja Nû) her sal 21'ê adarê tê pîrozkirin. Ji bo salvegera 21'ê adarê jî gel ê kurd jî bo êrîş û komkojiyan bi serhildanek mazin ji bo Newrozê bi cilên xwe yên gelerî û rengên xweyên netewî ji bo agirê Newrozê gur bikin dê derbikevin qadan. Li Wanê pîrozbahiya Newroz dê 19'ê adarê de dest pêdike. Emdama Meclîsa Dayikên Aştiyê jî banga tevlîbûna qadên Newrozê li her kesê kir.

'Roja Newrozê em hemû li qadanin'

Dayika Aştiyê Cahîde Olmez wiha qala giringiya agirê Newrozê di çanda kurdan de kir: "Roja Newrozê roja aştiyê ye, agirê Newrozê reng û zimanê kurdan nîşandide. Newroz mîrateya pêşiyên me ne ji bo me maye. Em jî dibêjin çi bibe bila bibe em ê miratêyên wan berdewam bikin. Roja Newrozê em jîn hemû bi deng, cil û tilîliyên xwe derbikevin qadan."

'Kes nikarin agirê Newrozê vemirîne'

Dayika Kewê jî da zanîn ku agirê Newrozê mîzgîniya berxwedanêye û wiha domand: "Em berê li gundên xwe hemû kes komdibûn û me agirê Newrozê gur dikir û bi giştî dest bi dîlanê dikir. Dema ku em hatin bajar wê demê dewleta tirk destûr nedida û agirê me divemirand. Me jî dîsa agirê xwe gur dikir. Em dê 19'ê adarê pîrozbahiya ku li birca Wanê pêk tê dê kombibin û dibêjim hemû gelan jî îsal çi bibe bila bibe em berxwedana xwe hemûna xwe nîşanê hemû kesa bidin. Jinên ku berxwedidin em pîşta wan bin û bi astengiyên dewleta tirk neyên. Ji ber ku kes nikare agirê Newrozê bitawîne."

'Newroz ji bo me berxwedane'

Zeynep Ucek jî wiha axivî: "Newroz ji bo gel ê kurd gelek girînge. Newroz jî bo gel ê kurd kevneşopiya berxwedanêye. Me li gundên xwe agirê Newrozê gur dikir û em li ser derbas dibûn. Da ku em vê kelacan û coşa mazin mîna berê bistînin serê sibê dê rabin cilên xwe yên gelerî xwe dikin û xwedî li roja xwe derdikevin û bi kelecanê demên berê pîroz dikin."

'Em ê agirê Newrozê gur bikin'

Nîlûfer Kafçak jî li ser girînigiya agirê Newrozê wiha got: "Agirê ku li girtîgeha Amedê dest pêkirî niha bi berxwedanek mazin berdewam dike. Bi salane kurd li ber zilm û astengiya dewleta tirk tekoşîn dikin. Em jî dê roja Newrozê cilên xwe yên gelerî li xwe bikin û di qadan de kombibin. Ji ber qetlîamên ku pêk hatî jî em xemgînin, lê dîsa jî dê agirê newrozê gur be û emê pêşeroja xwe xweyiyê derbikevin."

'Emê agirê Newrozê geş bikin'

Xanim Akdogan jî newrozên berê bibîrxist û wiha domand: "Pêşiyê me agirê derê avahiyên xwe de gur dikir û dest bi pîrozbahiyê dikir. Em gelek caran li ber astengiyên polîsên dewleta tirk di hatin, lê her car jî me Newroza xwe pîroz dikir û em ê pîroz jî bikin. Newroz jî bo me gelek girînge û em hêvîdarin ku Newroz a îsal bibe Newroza azadiyê."

(hk-db/zt)