Li Tirbespiyê rojnemevana Arîn Cudî hate bîranîn

16:51

JINHA

TIRBESPIYÊ - Rojnemevan Arîn Cudî ya ku di eniya şer de nûçegihanî dikir û digot: "Karê herî sereke parastina welate. Kamereya min çeka mine" hat bîranîn.

Xeyalên Rojnamevan Arîn Cudî yên zarokatiyê bûyîna bijîşkbû. Di dema şoreşa Rojava de berê xwe da nava refên YPJ'ê û di ferqa giringiya parastina axa xwedebû. Arîn di nava refên YPJ'ê de rojnamegeriyê dike û di nav eniya şer de dibe nûçegihana şer. Arîn dema ku li eniya şer nûçegihanî dikir digot; "Divê em hemû bi hev re welatê xwe biparêzin. Niha çeka min kamereya mine." Di eniya şer de dema nûçegihanî dikir weke Deniz Firad di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de hat qetilkirin. Arîn li Salona Sporê ya bajarê Tirbespiyê hat bibîranîn. Di çalakiya bîranînê de şervanên YPJ'ê û welatiyên bajêr amadebûn. Bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Paşê axaftin hatin kirin.

Ser navê malbata Arîn apê wê Mihemed Seîd, bavê wê û xwîşka wê Newal Seîd axivîn. Bi navê YPJ'ê Roza Dêrik, ji ragihandina YPG'ê Bagir Mordem, ji Saziya Malbatên Şehîdan Mîzravan Ebdo, ji PYD'ê Silêman Bedir, Komîna gundê Meşûq girêdayî bajarê Tirbespiyê Feylezûr Ebdo û hevalê Arîn Hoşeng Hesen axaftin kirin.

Piştî axaftinan, fîlmek li ser jiyana Arîn ji zaroktiyê heya tevlîbûna YPJ'ê hate pêşkêşkirin. Piştî fîlm, kesên amade bi slogana "Şehîd saxin ticarî namirin" berê xwe dan gora Arîn.

(zs/hs/zt)