Sîstema bakûrê Sûriyê ya Federal hat erê kirin

14:36

JINHA

RIMÊLAN- Civîna Damezrêner a Avakirina Sîstema Rojava û Bakûrê Sûriyeyê bi beşdariya 200 delegeyên ji pêkhate rêxistinên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê, di roja duyan de sîstema fedrasyona Bakûrê Sûriyê erê kir.

Civîna Damezirîner a Avakirina Sîstema Rojava û Bakûrê Sûriyê duh bi dirûşmeya "Sûriyeya yekbûyî misogeriya jiyana hevbeş û biratiya gelan e" bi beşdariya 200 delegeyan, li Salona Sendîkeya Karkeran a bajarokê Rimêlan destpê kir. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî ve hat kirin. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Girê Spî Mensûr Selûm axivî.

El-Hadî got: "Em bi bawerî û israreke mezin ji bo dîtina çareseriyekê li vir civiyane. Em dixwazin ji bo rêveberiya Rojava û Bakûrê Sûriyeyê çareseriyeke baş bibînin. Ev kêliyên ku em dijîn kêliyên dîrokî ne. Em hêvî dikin ku hûn li gor berpirsyartî û barê xwe tev bigerin. Em jî dê bi hemû hêza xwe piştgiriya we bikin."

Dûvre Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Girê Spî Mensûr Selûm jî bal kişand ku ev civîna dê bibe civîna yekîtiya Sûriye û bidestxistina mafên pêkhateyên be. Mensûr got ku li ser berxwedaniya Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ev civîn dê bibe ya yekîtiya xaka Sûriyeyê.

Li ser pêşniyara Komîteya Amadekar a Civînê Aldar Xelîl, Sofya Yûsif, Derya Remezan, Emced Osman, Şêx Mihemed, Şêx Şehadê ji bo birêvebirina civînê hatin qebûlkirin. Her wiha ji bo nivîsîna pêşniyarên beşdaran jî 9 kes hatin hilbijartin.

Piştî axaftinan civînê ji dezgehên çapemeniyê re girtî dewam kir. Hat hînbûn ku reşnivîsa 'Belgeya sîstema nû ya demokratîk û yekbûyî ji Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê re' hate nîqaşkirin, not û pêşinyar ji aliyê komîteya ku ji 9 kesan hatiya avakirin hatin nivîsandin, ew reşnivîs ji aliyê komîteyê ve dîsa hat sererastkirin.

Li gorî agahiyên ku ji cihê civînê hatin girtin. Civîna Rimêlan a ji bo nîqaşkirina sîstema Rojava û Bakurê Sûriyê di roja xwe ya duyemîn de Reşnivîsa 'Belgeya sîstema nû ya demokratîk û yekbûyî ji Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê re' ku duh û îro dihat nîqaşkirin, ji aliyê beşdaran ve, piştî dengdayînê hat erêkrin.

Piştî erêkirinê, tê payîn ku derberê encamnameyê de nîqaş were kirin û daxuyanî bê dayîn.

(se/rc)