Şahiyên Newrozê bi pêşengiya zarokan despêkir
14:56
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Tevgera Çand û Hunera Demokrat a bajarê Dirbêsiyê şahiyêk girseyî ji bo zarokan bi boneya cejna Newrozê bi dirûşmeyê 'zarok pêşeroja jiyanke azad e' li navenda TEV-ÇAND'a bajêr organîze kir.
TEV-ÇAND bi boneya cejna Newrozê dê di nav sê rojan de li tevahiya navendên xwe ji bo zarokan şahiyan lidar bixîne. Îro li Dirbêsiyê cejna Newrozê li zarokan hate pîrozkirin. Bi sedan zarok tevlî şahiyê bûn û bi stran, folklor û lîstokên xwe cenja Newrozê pîroz kirin.
Navenda salonê rengareng hate xemilandin û find hatin vêxistin, zarok bi cil û bergên kurdî tevlî şahiyê bû. Şahî bi stranan destpêkir, paşê koma Viyan, koma Amara ya mûzîkê û koma Serhildan ya şano û koma Mîtan ya govendê derketin ser dîkê û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiyê de zarokan bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' û 'Newroza 2016'an pîroz be' şahiya xwe bidawî kirin.
(şe/en/rc)