Li Enqerê atolyeya Jineolojî dest pê kir
17:04
JINHA
ENQERE - Jinan li hemberî zanistiya ji aliyê zihniyeta zilam ve hatiye pêş xistin bi hedefa ji bo pêşxistina zanista jinan dest bi xebatên atolyeyê kirin. Jinan bi navê gelek mijaran de jineolojî nirxandin û li ser mijara ji paşerojê heta roja me ya îro rewşa jinan a çînî û zanista zayendî axivîn.
Xebatên atolyeyê di çarçoveya hejmara yekem a Kovara Jineolojî ya ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi xwendevanên xwe re hat cem hev de dest pê kir. Gelek jin hejmara yekem ku bi mijara 'Qeyrana Zanista ya Civakî û Jinolojî' bi pêşengtiya Kongreya Jinên Azad (KJA) di Navenda Giştiya ya Sendikaya Kedkarên Tenduristî (SES) de hatin gel hev. Endama KJA yê Ruken Şen xebatên xwe yên atolyeya yekem de derbarê mijarên ku di nav kovarê de cih digire axivî û diyar kir ku di kovarê de ji paşerojê heta roja îro cih û keda jinê ya di nav zanistê de hatiye niqaşkirin.
Piştî atolyeyê axaftin bi pirs û bersivan dewam kir:
'Çima Jineolojî?'
Ruken di axaftina xwe de ji bo çi pêwîstî bi zanista jinan dîtine anî ziman û bal kişand ser nedîtina keda jinan û wiha pêde çû: "Dê zanista Jineolojî di nav paşeroj û pêşerojê de têkiliya jinên gerdûnî pêk bîne. Em vê yekê baş zanin, zanist di jiyan mirovan de mijûlayî ya yekem e lê êdî em vê yekê jî baş zanin ku di zanist û kişfa ewil de şop û keda jinê heye. Armanca Jineolojî dê ji nû ve derxistina keda jinan a ku hatiye windakirin be."
'Keda jinê ji paşerojê heta roja me ya îro çawa hat îstismarkirin'
Ruken da zanîn ku di bingeha atolyeya zanista Jineolojî ne zayendiye û bal kişand ku zanista jinan ji bingeha zayendî wêdetir zanisteke kolektîf e. Ruken diyar kir jin ji bo çi pêwîstî li hemberî pergala zilaman dibîne û jinan ji dîrokê heta roja îro keda jinan çawa hatiye tunekirin û îstismarkirin niqaş dikin û bi lêv kir ku armanca atolya wan yekem ewe ku dîtina jinan a cewhera xwe ye.
(ea/zt)