Endama YPS-JIN’ê Gurbet Kaya jiyana xwe ji dest da
12:19
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexê di encama pevçûnên navbera hêzên dewletê û hêzên YPS/YPS-JIN de endama YPS-JIN’ê Gurbet Kaya (Jiyan Amargî) jiyana xwe ji dest da. Her wiha pevçûnên dijwar li taxên berxwedanê didome û topbarana hêzên dewletê jî li ser bajêr berdewam dike.
Li Şirnexê êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê di roja 7’an de berdewam dike û hêzên YPS/YPS-JIN jî berxwedanê di kolanên bajêr de dinivîse. Hêzên dewletê ku bi tang, top û obûsan êrîşê taxên berxwedanê dike, li ser hewldanên têketina taxan li hemberê berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê têk diçe.
Li taxa Yeşîlyurt pevçûnên dijwar
Ji saetên şevê dîn ve topbarana giran li ser taxên berxwedanê pêk tê û di encama top baranê de gelek avahî şewitîn. Her wiha wesayîtên zirxî yên derdora taxên berxwedanê hatîn bicîhkirin jî bi gule baranê li ser taxan dike. Li taxên Yeşîlyurt û Dîcle hêzên YPS/YPS-JIN’ê bersiv dan êrîşan û pevçûnên dijwar qewimîn.
Tevgera ambulansan
Bi pevçûnên taxên berxwedanê re hat ragihandin ku gelek birîndarên hêzên dewletê hene û tevgera ambulansan di bajêr de tê jiyîn. Her wiha hat ditîn ku tevgera ambulansan piranî li ser taxên Yeşîlyurt, Gazîpaşa û Îsmetpaşa tê jiyîn û ambulans dema ji taxan vedigere berê xwe dide Fermandariya Tûmenê a 23 emîn a Cendermeyî a Sînor.
Endama YPS-JIN’ê jiyana xwe ji dest da
Koordînasyona Giştî a YPS/YPS-JIN’ê derbarê pevçûnên li Şirnexê hatî jiyîn de daxuyaniyek nivîskî parve kir. Koordînasyon ragihand ku di pevçûnên taxa Dîclê de endama YPS-JIN’ê Gurbet Kaya (Jiyan Amargî) jiyana xwe ji dest daye. Daxuyaniya Koordînasyonê wiha dom kir: “Êrîşên hêzên dewletê li ser taxa Dîclê giran dibe. Tax bi tang û hewanan tê topbaran kirin. Hêzên dewletê ku diwarên avahiyan dişkênin û li ser bersiv dayîna hêzên YPS/YPS-JIN’ê pevçûn tê jiyîn. Di van pevçûnan de endama YPS/YPS-JIN’ê jiyana xwe ji dest daye. Derbarê pevçûnên taxa Dîcle û Muşilê de daxuyaniyê berfireh dê were dayîn. Nasnameya endama YPS-JIN’ê wisa ye: Gurbet Kaya (Jîyan Amargî) /dayik: Feyruze, bav: Mehmet Beşîr/Dayik bûn: 1995-Stenbol/Tevlîbûn: 2014"
(kom/zt)