'Zewacên di temenê biçûk dibe sedema travmayan'
09:02
Derya Ceylan/JINHA
WAN - Li Wanê ligel şîdetên aborî, derûnî û fîzîkî ên ku jin dijîn, îstîsmara zayendî jî pêk tê. Derbarê lêkolîna salek yê di vê mijarê de Derûnasa Navenda Jiyana Jin a Rojîn Gûlten Ceylan nirxandin kir û destnîşan kir ku zewacên di temenê biçûk de dibe sedema travmayan û got bingeha gelek pirsgirêk jî ji vê yekê tê.
Saziyê Têkoşîna li Hember Şîdeta Ser Jinê ya Navenda Jiyana Jin a Rojîn, derbarê pirsgirêkên ku jin di aliyê fîzîk, derûnî û aborî de dijîn, li Wan û navçeyan xebatek lêkolînê pêk anîn. Di encama lêkolînê de derket holê ku jin di nava malbat, ji aliyê civak û cihê kar rastî şîdetê tê. Di nava salek de 7 jê zarok 218'e jin serî li Saziyê Têkoşîna li Hember Şîdeta Ser Jinê ya Navenda Jiyana Jin a Rojînê daye. Derûnasa Navenda Jiyana Jin a Rojîn Gûlten Ceylan qala asta şîdeta ser jin kir û encama rapora salek bi mera parve kir.
'Gelek jin di mal de tên girtin'
Gûlten diyar kir ku di nava salek de ji sedî 40 jin di nava malbat rastî şîdetê derûnû û fîzîkî tên û got ligel vê yekê rastî şîdeta aborî jî tên. Gûlten da zanîn ku jinên ku rastî şidetê tên piranî ji wan temenê wan di navbera 25 û 29'an de ye û wiha domkir, "Ji ber tundiya malbatê jin naçin dibistanê û xwendin û nivîsê nizanin. Ji ber kevneşopiyên civakî jin di rastî binpêkirina maf tên û di mal de tên ragirtin. Ev yek dibe sedema ku kedê jinan jî bê dagirkirim." Gûlten bilêv kir ku sedemê pirsgirêkên heyî bi perwerdehiya civakî ve girêdayiye û wiha pêde çû, "Kedê jin tên dagirkirin û jin bi ucretek kêm tê xebitîn. Ev yek azadiya aborî jî asteng dike. Civak destûr nade ku jin li tu qadê jiyanê bêhin bistîne."
'Em hewldidin hemû pêdiviyê jinan pêşwazî bikin'
Gûlten bilêvkir ku ew ji sedî 20 jinan re piştevaniya hiqûqî kirine û wiha dawî li gotina xwe anî, "Bi riyê parêzerên baroyê em hewl didin dozê jinan bişopînin. Di warê aborî de jî ji saziyên cuda ên jin em piştgirî digrin. Me pirsgirêkê gelek jin jî bi riyên hiquqî çareser kiriye. Em hewldidin vê xebatên xwe berfireh bikin."
(rc)