Jinên esnafên Surê banga piştevaniyê kirin

10:44

JINHA

AMED - Esnafên Surê bi heyvanin ku ji ber 'qedexa derketina kolanan' a dewletê nikarin dikanên xwe vekin û li ber iflasêne. Esnafên jin banga piştevaniya ji bo Surê kirin û bertek nîşanî êrîşê dewletê dan û diyar kirin ku divê ew carak din jiyanê bidin Surê.

Esanfê ku ev 4 heyvin derabeyên dikanên xwe ne vekirin gotin ku ew mexdurun û bangî hemu gel kirin ku ji bo piştevanî bidin esnafên Surê li bazara wan kirîn û firotinê bikin. Esnafan maxdurbûyîna xwe wiha anîn ziman: "Qedexa ser Surê rabû, lê heya qedexe hebû em esnaf zehf mexdur bûn. Ji bo em hîn bêhtir mexdur nebin, em bang li hemu gelê xwe dikin bila werin hemu kirin û firotin xwe li gel esnfên Surê bikin."

Li navçeya Sur a Amedê bi heyvan dibin êrîş û dorpêça dewletê de ma. Esnafên Surê ku bi salane esnafiniyê dikin, ji ber polîtîqayên dewletê yên şer bê kar man û mexdur bûn. Esnfên Surê di her demsalê de gelek turîst di ezimandin û ji ber qedexa dewletê bi heyvan derabeyên dikanên xwe nevekirine û vêga ji ber tunebûna muşteriyan li ber îflasêne. Rojên derbasbûyî bi rabûna qedexa esnafên Kolana Gaziyê dest bi kar kirin. Çiqas di fermiyête de qedexa rabûbe jî ji bo ku hîn fili ne rabûye esnafan bertek nişandan.

'Bila dîsa jiyanê bidin Surê'

Vesila Trak a ku berê li Surê berhemên destê xwe di firotin banga bila dîsa jiyanê bidin Surê kir û wiha berdewam kir: "Me êdî dikanên xwe vekirin, em li benda muşteriyên xwe ne. Ev 3 heyvin em mexdurbûn. Em jinên esnaf û hemu esnafan ji ber qedexa dewletê me gelek zehmetî kişand. Ez wek jinek vê dikanê divekim û didim xebitan din. Ez bang li hemu kesî dikim bila ji bo piştevaniya esnafên Surê li gel me kirîn û firotina xwe bikin. Ez dayika 6 zaroka me û hemu esnaf ji bo aboriya malbatê dixebitin. Em dixwazin dikanên me werin halê berê."

'Ji ber qedexeyan me dikanên xwe vene kirin'

Jinekdin a esanaf Bedia Şima jî got ku wê berê bi birayê xwe re dikana laçikan vekiriye û wiha lê zede kir: "Heya qedexe hebûn me nikarî bû dikana xwe vekin. Bawer dikim ev nêzî 4 heyvane qedexe berdewam dike. Em dixwazin aştî were û em dixwazin wek berê karê xwe bikin. Bila êdî ev xwîn bisakine û bila bes dayîk bigrîn. Ez ji berê ve berhemên destê xwe li dikana xwe difiroşim û em li benda muşteriyenin. Gelek jinan jî laçikên ken ku li mal çêdikirin tanîn dikanê ji bo ku em ji wan re bifroşin. Dibe ku em bi karbikin keda destê wan jinan bidin wan ji bo wê jî ez bangî hemu kesî dikim bila piştevaniya esnafên Surê bikin."

'Esnaf xweşik bûnek dide Surê'

Medine Mutlu jî berê li Surê ristik difirotin û got ku bila hemu kes esnafên li Surê fêmbikin û wiha got: "Di dema qedexê de me gelek zehmetî dît û gelek esnafan jî îflas kir. Bila gelê Amedê piştevaniyê bide. Ji ber ku esnaf xweşbûnekê dide Surê. Bila hemu kes bi herikin Surê. Ji bo bes em maxdur bibin."

(dt/zt)