'Federalî, garantiya jiyana hevpar e'
09:09
Zehîda Ehmed-Ronîda Hesen/JINHA
KOBANÊ/TIL TEMIR- Di 17'ê Adarê de Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê hate îlankirin. Piştî vê biryarê gelên herêmê bi şahî û daxuyaniyan sîstema federal silav kirin. Derbarê mijarê de me jî nêrîna jinan girt.
Civîna Meclîsa Damezrêner a Avakirina Sîstema Herêmên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê di 17'ê Adarê de li Kantona Cizîrê pêk hatibû. Derbarê mijarê de Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê Rewşen Hacim sîstema Federal li gelê Sûriyê bi taybet li gelê Kurd pîroz kir û wiha got: "Ragihandina Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û derbaskirina hemû êş û janên ku di şer de hatin kişandin, biryara herî rast e. Federlî ne parçebûna gelan e, berovajî wê hemû gelan dike yek û ji bo derbaskirina aloziyê ronahiyek û hêviyekê ava dike. Ev gav ji bo bidestxistina mafê hemû gelên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve Kurd, Ereb, Suryan û ol-mezhebên ku di Sûriyê de dijîn gaveke girîng e."
Rewşen bal kişand ser rola jinê di nava Sîstema Federaliyê de û wiha dom kir: "Wekî ku jinê roleke girîng di pêşxistin û serkeftina şoreşê de lîst, îro di nava sîstema federaliyê de jî cihekî aktîf digire û li beramberî her cure pêşketinan jî xwedî helwest e, jixwe bê jinan jî ne mumkine ku modelên çareseriyê biser bikevin."
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Fatma Xelîl jî qala girîngiya federasiyonê ji bo yekîtiya gelan kir û wiha got: "Ji bo ku em wekî gelê Sûriyê bikaribin şerê heyî bi dawî bikin, biryarên xwe bi xwe bistînin, federalî hate ragihandin. Federalî ne wekî ku dibêjin parçebûna gelan e, berovajî wê gelan di bin diruşmeya 'Jiyana hevpar û biratiya gelan garantiya Sûriyeya yekbûyî-demokratîk e' de kom dike û çareseriyeke rast ji pirsgirêkên heyî re diafirîne. Bi vê modelê re gelê Sûriyê êdî bi vîna xwe dikare biryarên jiyana xwe bi xwe bistîne û bi hev re aloziyên di heremê de heyî bi dawî bike."
Jinên bajarê Til Temir jî nerînên xwe di vê mijarê de anîn ser ziman. Rêvebera Peymangeha bajêr Gulîstan Hesen got, "Sîstema Federalî çareseriya herî rast e ji aloziya Sûriyê re" û wiha dom kir "bi vê modelê re em ê bikaribin sîstema borî ya ku her tişt di navendekê de kom dikir û biryar digirt, derbas bikin. her gel bi çand û xweseriya xwe bikaribe xwe birêve bibe. Ev modelek demokratîk û wekhev e."
Rêveberiya Erka Xweparastinê ya bajêr Botan Kemal jî derbarê sîstema federal de axivî û wiha got: "Federalî, welatan ji parçebûnê diparêze û gavekî mezin ber bi azadiya gelan ve ye. Tê de her kes bi çand û zimanê xwe jiyan dike. Ez îlankirina vê modelê li Rojava-Bakûrê Sûriyê di serî de jî li gelên herêmê pîroz dikim. Bila herkes xwedî lê derkeve û ji bo ev model li Sûriyê pêk bê, xebat bide meşandin."
(kom/hs/rc)