Jinên Anarsîst beraet bûn
15:19
Adar
26
/ 2016
JINHA
STENBO- 5 jinên ku qatilkirina Ozgecan Aslan protesto kirin di derbare wan doz hatibû vekirin beraet bûn.
Piştî ku Ozgecan Aslan bi hovane hat qatilkirin hemu der veguhest cihê çalakiya û jin li hember qatlîama jinan derketin kolanan. Jinên Anarşîst ên ku li havahiya Burger Kinga Taksîm Stenbolê panqarta 'Jinên qatilkirî, Ozgecan Aslan raperîna meye' daleqandibûn bi darpkirinê hatibûn girtin. Adliya Çaglayanê di derbarê çalakiyê de di runiştina dozê de her 5 jin beraet kirin û Jinên Anarşîst daxuyanî dan û gotin ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.
(dt/rc)