Di 4 Nîsanê de bang ji bo Amara yê

16:45

JINHA

AMED- Li Amarayê wê çalakiyên cuda ji bo 67. rojbûna Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 3-4 Nîsanê li Xelfêtiyê bên li darxistin. Çalakî wê bi rûhê Newrozê bên pîroz kirin û bangawaziyê tevlî bûne hat kirin.

Bi peşangiya Komeleyên girêdayî TUHAD- FED'ê çalakiyê ku ji bo 67. rojbûna Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan 3-4 'ê Nîsanê wê bên li darxistin. Hevserokê TUHAD- DER'ê Cîhat Demîrkiran got ku wê çalakiyan li Amara bên pîroz kirin wê bi rûhê Newrozê pêk werin. Startê 3'ê Nîsanê wê li navçeya Xelfetiyê Rihayê bi beşdarbûna 67 hunermend bê li darxistin. Cahît anî ziman ku wê li Amara 4'ê Nîsanê meş bên lidarxistin û piştî meşê dê ji bo Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ê ku sala 2009'an de ji aliyê dewletê ve hatin qatilkirin wê li cihê hatine qetilkirin bên bîranin.

Giştînama DBP'ê ya Amara

Navenda Giştîya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî Meşa Amara ya 4'ê Nisanê ya Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi slogana "Ji Ocalan re Azadî" pêk bê giştînameyek weşand. Navenda DBP'ê di giştînameyê de diyar kir ku dê hemû rêveberên navendî, bajar û navçeyan, rêveberiyên meclisê jin û ciwanan beşdarî meşe bibin. DBP'ê destnîşan kir ku ew dê piştgiriyê bidin Meşa Amada ku di pêşengiya TUHAD FED'ê û piştgiriya KCD, HDK, HDP, KJA û DEM GENÇ'ê de pêk bê. DBP'ê destnîşan kir ku meşa îsal ji ya her sal ku bûye wekî kevneşopiyekê cudatir e û xwetî wadeyek girîngtir e. DBP'ê destnîşan kir ku ji ber vê geyê îsal bêtir girîngî û qîmet didin meşa Amara û dê dîsa xwazin ku diyalog û muzakere dest pê bikin.

(dt/rc)