Aycan İrmez: Gelê Şirnexê serî netewandin û dê netewînin
10:25
JINHA
ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê Aycan Îrmez diyar kir ku li hember daxwazên wan ên rêveberiya xwecihî dewletê bi tang û topan êrîşî Şirnexê kir, lê li wê îflaskiriye û got: "Yên biçin hikumet û dewlete, yên manê jî gelin. Vî gelî ticarî li hember zilmê serî netewandiye û natewîne. Bila hemû kesên baldar deng bidin Şirnexê."
Li hember daxwazên gel ên rêveberiya xwecihî êrîşên dewletê di roja 13'an de ser Şirnexê berdewam dike. Dewleta ku nikarte têkeve taxên berxwedanê ji tangên li derdora bajar bicîhkirîn bajêr topbaran dikin. Bi top, obus û hewanan hezaran mal xirakirine. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez rewşa Şirnexa ku qet dengê çekan lê kêmnabe nirxand. Aycan da zanîn ku weke gelek bajarên Kurdistanê li Şirnexê jî dewlet polîtîkaya îşkalê dide meşandin.
Aycan pêvajoya şerê piştî 7'ê Hezîranê despêkirî wiha nirxand: "Weke tê zanîn qedexeya derketina kolanan piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê dema ku HDP'ê 80 parlementer girt û Erdogan nekirin serok despêkiriye. Xeyalên hikumeta AKP'ê yên serokbûnê hebûn, ji bo wê jî cardin polîtîkaya şer derxistin holê. Her kes daxwazên wan dizanin. Ew daxwaz ji bo Kurdistan û Tirkiyê ne azadî ne jî wekheviyê tîne. Ew pergalek bi tevahî tekaneye."
'Ceribancin encam negeirtin, dê cardin encamê negire'
Aycan destnîşan kir ku ya niha li Kurdistanê tê meşandin berdewama salên 1990'ane û wiha domand: "Di salên 1990'an de em bûn şahidê wan polîtîkayan. Lê weke tiştên niha tên jiyandin qedexeyek wiha nebû. Herêmek venegerandin girtîgehê. Kurdistan vegerandine girtîgehê û ser hemû gelê kurd polîtîkaya şer daye despêkirin. Di salên 1990'an de dewletê tayîbetî ser herêma Botanê şerke tayîbet da despêkirin. Torosên sipiyên wêdemê û JÎTEM cardin li Kurdistanê hember gelê kurd şer dikin. Dema ku ji salên 90'an heya niha em dinêrin, dibînin ku çekan çareserî naniye. Divê ev şer bi agirbestê bidawî bibe. Birêz Abdullah Ocalan di ferqa vê debû pêvajoya şatiyê da despêkirin. Lê hikumet li ber vê nehat. Li gorî berjewendiyên xwe şer da despêkirin. Divê her kes bizane ev bi rêyên diyalog û muzakereyan tê çareserkirin. Lê ev li hesabê hinekan nayê, ji bo berjewendiyên xwe şer dide despêkirin. Tansu Çiller jî got; 'emê biqedînin' lê em neqediyan, bi şidetê ev kar naçe serî."
Aycan bilêv kir ku 13 rojin li Şirnexê sucê şer tê kirin û wiha berdewam kir: "Ev 13 rojin ser Şirnexê êrîş hene. Berê me qala Suriye dikir. Lê niha herêma Kurdistanê jî dişibe Suriye û welatên dinê yên Rojihilata Navîn. Mixabin dewlet bi hemû hêza xwe êrîşî gel dike. Bi salane koletiya ser gel ferzdikin êdî kurd napejirînin. Komara Tirkiyê hem dibêje gelê min û hem jî ser şer daye despêkirin. Di sala 2011'an de Erdogan digot; 'Esad ser gelê xwe şer daye despêkirin. Bi tang û topan êrîşî gelê xwe dike.' Lê niha ew jî heman tiştî dike. Wê demê Erdogan banga peyîwirê li NY'ê dikir. Niha jî em li hember Erdoganê sucê şer dayî despêkirin banga peyîwirê li NY'ê û hemû saziyên navnetewî dikin."
'Em banga deng dayîna Şirnexê dikin'
Aycan wiha dom kir: "Yên biçin hikumet û deshilatin, yên bimînin gele. Ticarî gelê Şirnexê serî li hemberî zilmê nedaniye. Ev 13 rojin Şirnex dibin tang, top û bombabarana girande. Li vêderê ewlehiya kesê nîne. Weke Silopî û navçeyên dinê li navendê jî ji mafê perwerdê heya mafê tenduristiyê dewlet hemû mafan binpêdikin. Heta welatî nikarin derkevin paceyên xwe. Ev hemû bûyer bi çekê çareser nabe. Divê deshilata sarayê jî vê baş bizane. Divê hemû derdorên baldar deng bidin Şirnexê."
(zt)