Ji jinên Kizil Sopalî banga tevlîbûna konferansê

10:18

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Jinên OGC li hember şîdeta mêran bi navê Kizil Sopali berxwe didin û bang li LGBTÎ û hemu jinan kirin ku bila tevlî Konferansa Kizil Sopali bibin û ji bo xwe parastinê nîqaşan pêşbixin.

Jinên li Tirkiyê li hember şîdeta mêran alternatifên nû ê berxwedanê xistin dewrê. Jin wê li hember tacîz û destavetina mêran serî netewînin û bi xwe parastinê pêş bixin. Jinên Edenê li hember şîdeta mêran navê Kizil Sopali li xwe kirin û ji aliyê din anî bira mirovan ku li hember şîdeta mêr, jinên Histîntanê jî Çete Gulabi avakirin. Li Tirkiyê jî jinan li hember şîdeta mêran koma bi navê Kizil Sopa avakir û li hember şîdetê xwe parastin xistin dewrê. Di rojên derbasbûyî de li Zanîngiha Dîcle a Amedê li hember mêrê tacîzkar xweparastina jinan ketibû rojevê. Jinan bi navê Kizil Sopa xwe parastin pêk anîn û mêrê tacîzkar teşîr kirin.

'Em li hember şîdeta mêr û dewletê li berxwe didin'

Ji jinên (OGK) Endama Jinên Ciwan ê Azad Fatma Ozdemîr got ku ewê hertim li hember hemu şîdetê di parastinê debin û wiha berdewam kir: "Jinên li Kurdistanên ê ku bedenên wan hatine teşîrkirin vîna me nin, em ê girêdana xwe ya bi hemu jinên şehîd mezin bikin. Em ê li dijberî hişmendiya desthilata dewletê li ber xwe bidin û wê hemu jin li dora OGK'ê xwe rêxistin bikin. Em hemu jinan vedixwînin nava koma Kizil Sopa yê. Em ê jin li hember hişmediya desthilat dengê xwe bilind bikin. Bila hemu jin dijberî hişmendiya dewlet û mêr bibin yek û tevlî berxwedanê bibin. Emê mafê jinan bi parêzin. Em hevalên xweyên ku di qatlîama Pirsusê de şehîd ketin Ece, Buşra, Polan, Ezgî , Aydan, Nazli û Nurha bibîrtînin û em ê têkoşîna wan berdewam bikin. Em ê li ser navê Kizil Sopa berxwedana wan û hemu jinan biparêzin."

Banga ji bo konferansê

Fatma got ku wê 1'emîn Konferansa Jinên Ciwan ên OGK'ê bi şiara 'Îsyana me ber bi azadiyê ve dimeşe û em ber şoreşê ve diçin' bêlidarxistin û dîroka konferansê jî wiha danîşandan: "Konferansa wê di 2 yê Nîsanê de li Navenda Şanogera Su a Stenbolê pêkwere. Em hemu jin û kesên LGBTÎ vexwendiyê axaftinê dikin. Em ê bibin bivirê Nevîn û wek jinên OGK'ê Kizil Sopa bi xwe parastina xwe pêk bînîn. Em êdî namirin û rastî şîdetê nayên."

(dt/zt)