Kantona Cizîrê bi yek dengî biryarên Cenevra 3 şermezar kir

08:47

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Qamişlo, Til Temir, Amûdê, Dirbesiyê û Dêrik bi bangewaziya TEV-DEM'ê gel daketin qadan û Cenevre 3'ê û belgeya De Mistura ya ku Kurdan nas nake, şermezar kirin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo meşa gel li meydana 8'ê Adarê heya Mala Gel a taxa Enteriyê dewam kir. Li wir axaftin hatin kirin. Gelê Qamişlo bi posterên "Civînên cenevre bê nûnerên şoreşa Rojava bi ser nakeve" û "Federalîzim Vîna Gelan e", herwiha alên TEV-DEM, YPG-YPJ û PYD'ê hildan. Serokê Meclîsa Gel a Bajêr Ferûşah Remezan li wir axivî û wiha got: "Civîna Cenevre a bêyî Kurdan were lidar xistin wê biser nekeve. Ger biryarek li ser Kurdan bêyî Kurdan were girtin wê nayê qebûlkirin. Çawa civînên beriya niha encam negirt wê ev civîn jî biser nekeve.''

Li ser navê Rêvebiriya Aboriyê Remziye Ehmed jî wiha got: "Ne civîna Cenevre, ne jî di Rojhilata Navîn de tu hêz bêyî vîna Kurdan biser nakeve. Çawan dewleta Tirkiyê xwest Kurdan tune bike, niha hêzên din jî dixwazin di navnetewî da Kurdan tune bikin, lê pêwîste baş bizanibin ku wê kes nikaribe vîna Kurdan bişkîne. Lewma divê em zanibin ji bo jiyaneke demokratîk sîstema federalîzm pêwîste.''

DIRBÊSIYÊ

Bi heman armancê li bajarê Dirbêsiyê jî meşeke girseyî hate lidarxistin. Bi hezaran kes ji niştecihên bajêr daketin qadan û Cenevre 3'ê ku bêyî Kurdan tê lidarxistin bi dûruşmeyên xwe şermezar kirin. Gelê bajrê û bajarokê Zirganê li Qada Şehîd Arîn Mîrkan li hev civiyan û bi diruşmeya "Bê Rojava Cenevre Nabe" meşiyan. Afîşa 'Federalî îradeya gelan e' li vir bal kişand. Meş ji qada Şehîd Arîn Mîrkan heya Qada konê piştgiriya Bakûrê Kurdistanê dewam kir û li wir axaftin hatin kirin. Endamê TEV-DEM'ê Loqman Îsa axivî û wiha got: "Em cenevre 3'ê ya ku Kurd têde nehatin pejirandin şermezar dikin û bila baş bizanin dibe ku em di Cenevre de beşdar nekirin, lê belê em bêçare neman û me biryara diyar kirina çarenûsa xwe bi rêya Sîstema Federal Demokratîk daye."

Endama Kongreya Star Kesûma Osman jî têkîldarê mijarê wiha got, "Em di serî de civîna Cenevre 3'ê ya ku bê Kurd tê lidar xistin şermezar dikin û biryarên wê qebûl nakin. Bi saya şehîdên me em gihîştin vê astê û me biryara avakirina federaliyê wergirt." Gel bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî federalî' meşa xwe bidawî kir.

AMÛDÊ

Meşa li amûdê ji Qada Jina Azad destpêkir bênavber dirûşmeyên şermezarkirina belgeya De Mistura ku Kurdan ji nedîtî ve tê hate qêrîn. Di meşe de gelê bajêr, rêxistin û sazî, partiyên siyasî amade bûn. xwepêşandan ji kolana giştî ya bajêr derbas kir û li gel meydana Şehîd Cîhad ya navenda bajêr sekinî. Li wir bi ser navê PYD'ê Hogir Amed û endama rêveberiya Kongreya Star Fatma Silêman axivîn. Bi ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Seîd Mirso axivî. Her wiha bi ser navê ciwanên Rojava jî Rêber Hisên axaftinek kir. Di axaftinan de belgeya ku De Mistura pêşkêşî aliyên beşdarî Cenevreyê kirî hate şermezarkirin û ji gel hate xwestin ku xwedî li sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê derkevin.

Herwiha li bajarê Til Temir jî meşeke girseyî bi heman munasebetê hate çêkirin. Meşa ku li ber saziya malbatên şehîdan destpêkir. Dirûşmeyên 'Em Cenevreya 3'ê Şermezar Dikin', 'Em Sîstema Federaliyê Pîroz Dikin' hate berzkirin.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê bi pêşengiya PYD'ê civîn û meş hat organîzekirin. Meş ji Qada Azadiyê despêkir heya Qada Şehîd Bawer dewam kir, gel li Qada Şehîd Bawer civiyan û programa xwepêşandanê bi rêzgirtin ji bo pakrewanên şoreşê despêkir. Paşê jî daxuyaniya TEV-DEM'ê hate xwendin. Bi ser navê Kongra Star, PYD û Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê jî axaftin hatin kirin.

Di daxuyaniya TEV-DEM'ê a ku ji aliyê Yûsuf Hecî ve hatî xwendin de rewşa şer, koçberî û wêraniya Sûriyê hate ziman û îşare bi rola hêzên navnetewî di israra şer de hate kirin. Dûvre ser navê Kongreya Star Gûlîstan Osman axaftinek kir. Gûlîstan got, "Ev dewletên ku qaşo dibêjin di Cenevreyê de çareserî derkeve, di esas de bi çarenûsa gelan dileyîzin. Em ji wan re dibêjin ku xwediyê çareseriyê ev gele, xwediyê vê projeyê jî ew kese ku 17 sale di girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtine."

Endamê Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê Qasim Mirad jî wiha got, "Her gelek mafê wê heye bi nasname û rengê xwe bijî." Li ser navê PYD'ê jî Mihemed Seîd axivî û da zanîn ku bêyî Kurdan wê Cenevre û rûniştinên din bi ser nekevin. Li Dêrikê gel bi diruşmeya 'Civînên Cenevre bê Nûnerên Şoreşa Rojava Biser Nakevin' helwesta xwe anî ziman.

(kom/rc)