Piştî qedexe dîmenên Hezexê
12:15
JINHA
ŞIRNEX - Li Hezexê piştî biroj qedexeya derketina kolanan bi awayekî qismî hat rakirin, hilweşandina ku hêzên dewletê li taxan kirî hat dîtin.
Li navçeya Hezexa Şirnexê derketina kolanan qismî hat rakirin. Piştî saet 04. 30 qedexa qismî hat rakirin welatî vegeriyan navçeyê. Pîştî sekna 4 saetan wesaît yêk yêk hatin lêgerîn û nu destura gel dan ku bikevin navçê. Li gel 43'ê rojên qedexeyê li navçê taxribatên mezin çebûne, bi têybetî texên Turgut Ozal û ya Yeni Mahalle zererên mezin dîtin. Li her du taxan guleyên vala û roket mezinbûna şer radixe ber çavan. Li aliyê din avahiya HDP'ê ya Hezexê hatiye şewitandin û molozên wan hatine komkirin jî. Dîsa tê xwiya kirin avahiya BDP'ê ya navçeyê û avahiya îtfayê zerarên mezin dîtine. Hatina bajêr a gel berdewam dike.
Li aliyê din wesayîtên zirxî li nava bajêr û taxa geriyan pirsên wek 'Kî livir sucdare, we evder çawa dît' ji gel kirin. Piştî jinekê bertek nîşanî wesayîta zirxî da leşkerek meskeli ji wesayîtê peya bû û got 'Em livir nahêlin tu jiyan bikê' gef xwarin û haqeret kirin.
(dt/zt)