Lêgera heqîqetê ya Dayîkên Şemiyê di hefteya 575'an de berdewam kir
14:24
JINHA
STENBOL - Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya 575'an de aqîbeta Talat Turkogluyê 20 sal berê windabûyî pirsîn.
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 575'an a ku aqubeta windayan bipirsin li Qada Galatsarayê li dar xistin. Di çalakiya hefteyî de aqubeta Talat Turkoglu hat pirsîn. Xizmên windayan û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Xwîşka Talat Turkoglu Munîbe Turkoglu li ser navê malbatê axivî û diyar kir ku dixwazin bi polîtîkayên şîdet û tirsê tu kes dernekeve kolanan lê dê lêgerîna edaletê ya bidome. Munîbe anî ziman ku ligel DMME'yê Tirkiye mehkum kir jî 20 salin li benda edaletê ne û wiha got: "Em dixwazin çi li Talat kirin hîn bibin. Em dixwazin kiryar bên dîtin."
Parêzera malbata Turkoglu Gulîzar Tuncel jî diyar kir ku dewletê têkildarî kesên hatin windakirin de tu pêvajoyekî hiqûqî bikar neynaye û serlêdanên malbata Turkoglu hemû bê encam man û wiha got: "Berpirsiyarê bûyerên windakirinê dewlet e. Sedema kiryar nayên dîtin îxtîdara siyasî ye. Ji ber vê yekê ev pêvajo dirêj dibe, delîl tên tunekirin û dosya tên girtin." Gulîzar anî ziman ku polîtîkayên êrîş û hovîtiya li Kurdistanê jî dê bêceza bimînin lê dê her tim wan bişopînin.
'575 heftene em di aştiyê de israr dikin'
Li ser navê Dayîkên Şemiyê Umît Efe daxuyanî xwend û diyar kir ku 20 sal berê Talat Turkoglu hate windakirin û 575 heften ji bo aştiyê û edaletê israr dikin. Umît anî ziman ku Turkoglu di 29'ê adara 1996'an de ji bo dayîka xwe ziyaret bike bi otobusê ji Stenbolê hat Edîrneyê û ji aliyê polîsên sivîl ve dihat şopandin. Umît da zanîn ku Turkoglu di 1'ê nîsana 1996'an de dema vegeriya mala xwe ya Stenbolê winda bû. Umît bilêv kir ku dayîka Turkoglu Zeynetî Turkoglu serî li Dozgeriya Komarê ya Edîrne û Hevsera wî Hasene Turkoglu jî serî li Dozgeriya DGM'ê ya Stenbolê da lê hemû hewildanên wan bê encam man.
Umît derbirî kir ku Endamê JÎTEM'ê Kasim Açik di îfadeyên xwe de got ekîba ji polîs, leşker û îtîrafkaran pêk tê îfadeyên Talat Turkoglu nêzî Edîrneyê girtin û wiha got: "Di îfadeyan de hat gotin Turkoglu bi îşkenceyê hat qetilkirin û cenazeyê wî jî avêtin Çemê Merîçê. Malbata Turkoglu li ser îfadeyên Kasim Açik ji bo lêpirsînekî din bê vekirin serî li dozgeriyê da. Lêpirsînekî bi hêz nehat kirin. Biryara hewcehî bi lêpirsînê tuneye û dosya hat girtin."
(zt)