'4'ê Nîsanê rojbûna gelên bindest e'

10:18

Binevş Sarya-Hêvî Semîr/JINHA

QAMIŞLO - Bi wesîleyê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêveberiya Kongreya Star Şaha Xelîl ya ku di sala 1994'an de çûye Şamê û Abdullah Ocalan dîtiye nirxandin kir. Şaha tecrîda şidandî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku heya dawî ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jinên Rojava nirxandin kirin. Yek ji jinên ku di sala 1994'an de çûye Şemê û ji nêzve Rêberê PKK'ê dîtiye Şaha Xelîle. Şaha bi wesîleyê 4'ê Nîsanê hestên xwe bi ajansa me JINHA'yê re parvekir. Şaha rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahî gel û jinan pîroz kir û wiha got, "4'ê Nîsanê ne tenê rojbûnê Rêber Apo ye di heman demê de rojbûna dîroka gelekî ku hatî çewsandine. Ronahiya tevahî cîhanê ye. Ji bo wê em vê rojê li her kesên ku di nav kar û xebatê de li ser fikir û ramanê Rêber Apo ji bo azadiya hemû gelên bindest têdikoşin pîroz dikin."

'dîtina Rêber Apo ji bo me bibû hesret'

Şaha kelecana xwe ya beriya hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di sala 1994'an li Şamê anî ziman û wiha got: "Dîtina Rêber Apo ji bo gelek kesan bibû hesret, ji bo min jî ev yek bibû xewn û daxwazî. Her dem me ji xwe pirs dikir ka gelo em ê rojekê Rêber Apo bibînin û pê re bijîn, gelo wê hesreta dilê me bi dîtina wî derman bibe. Dema ji me re hate gotin ku em ê Rêber Apo bibînin wekî ku careke din em jidayîk bûn. Em pir bi wê yekê kêfxweş bûn. Piştî ewqas hesret, di sala 1994'an derfeta dîtina Rêber Apo ji me re hate vekirin û li Şamê xwesteka dilê me bi cih hat. Berî ku em Rêber Apo bibînin em pir kelecan bûn. Me digot em ê çawa pê re biaxivin, lê dema em gihîştin cihê hevdîtinê ew heyecan tev çûn û me tiştek cudatir ji xeyalên xwe li wir dît. Me miroveke dilnimz wekî ku bi salane em hev nas dikin û bi hev re dijîn dît. Dema me hev dît, me silav da hev û hev himêz kir heycana me cudatir bû."

'Rêber Apo felsefe û ramaneke kûr e'

Şaha behsa felsefe û ramanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû: "Em çiqas behsa Rêber Apo bikin axaftin kêm dimîne. Rêber Apo ne tenê kesayetek e. Rêber Apo felsefe û ramaneke kûr e. Di çûn û hatin û danûstandina wî de mirov hîs dike ku demeke dirêj wî nas dike. Di hevdîtina me de Rêber Apo 6 seatan bênavber ji me re civîn çêkir. Taybetmendiyeke wî heye dema ku dest bi axaftinê dike qet nasekine, ne tenê em bêjin rûniştin û rabûn, lê di 6 seatên civînê de bêyî ku li me binêre axaftina xwe kir. Wê demê me ev rastî yan jî ev şêwazê Rêbertî fam nedikir û tê nedigihişt. Lê dema em di fikir û ramanê wî de kûr bûn êdî me fam kir ku ku kesê Rêber be divê li ser mijara xwe kûr bifikre û fikirê wî bi tiştên dîtir belav nebe. Di wê hevdîtina bi Rêber Apo re me hîs kir ku em hevalên bi salane hev nas dikin û di her tişî de em rehet û serbest bûn."

'Bi gotina navê Rêber Apo her tiştên xweşik û bedew tê bîra mirov'

Şaha di berdewamiya axaftina xwe de got ku her kes nikare bibe rêbereke mîna Abdullah Ocalan û wiha pêde çû, "Bi hezaran rêber derketine, lê mixabin ev rêber careke din ketine nav desthilatdariyê. Lê îro hêviya her keseke bindest bûye Rêber Apo. Ew rêbereke heya dawiyê ji bo gelên bindest têdikoşe û di ferhenga felsefeya xwe de tenê azadiyê ji wan re qebûl dike. Di encamê de em dibînin ku Rêber Apo rêbereke ji bo mirovahî û çanda exlaq gav davêje û ronahiyê diafirîne. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê kurd an jî azadî û hebûna wî têkoşîna xwe daye destpêkirin. Ji bo hemû gelên bindest vê têkoşînê dide meşandin. Rêber Apo dibêje ku 'eger min bizanîba gelekî din ji gelê kurd bindestir heye, minê têkoşîn ji cem wan destpê kiriba' lê min dît ku gelê Kurd ji hemû gelên heyî zêdetir bê maf û bindest maye û ji bo vê min bi wan re dest bi têkoşînê kir."

Şaha di dawiya axaftina xwe de wiha got, "Dema mirov dibêje Rêber Apo azadî, exlaq, mirovahî, rojbûn û wekhevî tê bîra min. Ne mîna serokeke desthilatdar û li ser kursî hukum bike ye. Bi gotina navê Rêber Apo her tiştên xweşik û bedew tê bîra mirov. Evqas kar û xebatên ku em di şoreşê de didin meşandin, xwedî li hemû şehîdên şoreşa Rojava derdikevin û soza şopandina rêya wan nû dikin ji hêza hevdîtina wê demê ya bi Rêbertî re tê. Me ev hêz ji dîtina wî ya wê demê girtiye û heya ku em dijîn em ê rêya têkoşîn û azadiyê bişopînin. Wê ew hevdîtina Rêber Apo ya heftiyekê ji bo min bibe bingeha têkoşîna ji bo hemû gelên bindest."

(en/rc)