Dayîkên Aştiyê 4 Nîsanê pîroz kirin

11:46

JINHA

AMED - Dayîkên Aştiyên rojbûna Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi birîna pastê pîroz kirin.

Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê 67'emîn rojbûna Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Dayîkê Aştiyê li gel ku çuyina Amara hat asteng kirin li ber bînaya Meclîs a xwe çalakî lidarxistin û diruşma 'Ji bo azadiya Ocalan' berzkirin. Dayîkan pastaya li ser 'Rojbûna te pîroz be ey Serok' nivîsandîn bi tîlîlî birîn û daxwaz azadiyê kirin.

Dayîkan gotin; "Heya dilopek xwina me heye, em ê li peyî Rêberê xwe bin. Em ê têkoşîna Rêberê xwe mezin bikin. Em salek dijî aştî û azadî dixwazin."

(dt/zt)