1. Navenda HPC-JIN li Hesekê hat vekirin

13:56

JINHA

HESEKÊ - Yekemîn Tabûra HPC-JIN li bajarê Hesekê bi merasîmek leşkerî hat avakirin.

Li bajarê Hesekê a Kantona Cizîra Rojava bi wesîleyê 4'ê Nîsanê 1. Tabûra HPC-JIN ya binavê Şehîd Arjîn hat avakirin.Yekemîn Tabûra HPC-JIN bi navê Şehîd Arjîn îro li Hesekê hate îlankirin. Navenda Jinên Hesekê ya HPC'ê bi navê şervana YPJ'ê Hemrîn Heso (Arjîn Mazlûm) yê ku di 19'ê Tebaxa 2014'an de li Girkê Legê jiyana xwe ji dest dayî hat kirin. Di merasîma ku gelek jin beştar bibûn de Fermandara HPC-JIN Bêrîvan Mustefa rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kiri ku bi saya fikir û ramanê Abdullah Ocalan jin xelekên koletiyê şikand.

Bêrîvan destnîşan kir ku jinên Rojava li hember çeteyan berxwedanek destanî dane û got ku jin di qadên leşkerî de girtin û ji bo yekîtiya gelan zemîna înşayê jiyanek nû avakirin. Piştî Bêrîvan ser navê Saziya Malbatê Şehîdan Cîhan Xelîl, ser navê TEV-DEM'ê Yusra Îlyas, ser navê Kongreya Star Şervîn Hesekê û ser navê Partiya Çepkir ên Kurdê Suriyê Suha Ebdulkerîm her yek axaftinek kir. Piştî axaftinan şanoyek ku mafê jin diyar bike hat pêşandan.

Vekirina navendê ji aliyê dayîka Hemrîn Heso (Arjîn Mazlûm) Wehîda Mehemed ve hat kirin. Li navendê 8 jê jinên Ereb û 35 kurd bi giştî 43 jin cih digrin.

(ee/hs/rc)