Hêvî Mistefa: Pergala federaliya demokratîk misogeriya jiyana hevbeşe

09:07

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa têkîldarê Pergala Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê nirxandin kir. Hêvî diyar kir ku pergala federaliyê mîsogeriya jiyana hevbeşe û got, naskirina mafê tevahî netewane.

Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa derbarê Pergala Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê nirxandin kir. Hêvî îlankirina pergala federaliyê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û got ku pergala federaliya demokratîk dê aloziyê tevahî Rojhilata Navîn çareser bike. Hêvî destnîşan kir ku federaliya demokratîk mafê tevahî netewan diparêze û wiha berdewam kir, "Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê dê bibe dawiya hukmê navendî û desthilatdarî ku bi sedan sal li Sûriyê tê meşandin."

'Alozî wê bi pergala federaliyê re bi dawî bibe'

Hêvî destnîşan kir ku li Sûriyê 5 sal şer û pêvçûn heye û wiha pêde çû, "Pergala federaliya demokratîk di heman demê de ji bo tevahî alozî û nekokiyên navxuyî jî dibe bersivek herî xurt. Piştî derbasbûna 5 salan li ser şoreşa Sûriyê hîn jî ti çareserî ji aloziyê re nehatiye dayîn. Hîna jî hêzên navnetewî ji bo berjiwendiyê xwe li ser Sûriyê polîtîkayê dikin. Bi vê zanistê li beramberî hemû pirsgirêkên heyî Sîstema Federaliyê dibe mîna hêviyekê ji hemû pêkhateyên heremê re û ronahiyê ji bo wan dide diyar kirin."

'Projeyê federaliyê dê yekbûna pêkhateyan bi aweyek azad sazbike'

Hêvî rola girîng a Rojavayê Kurdistanê di pêşxistina şoreşa Sûriyê de anî ziman û wiha pêde çû: "Li heremên Rojava û bi avakirina hersê Kantonên Rojava Cizîr, Kobanê û Efrîn gelek pêşketinên girîng di şoreşa Sûriyê de bi taybet li Rojava çêbûn. Bi berxwedan û têkoşîna van hersê kantonan gelek dever hatin rizgarkirin mîna Şedadê, Girê Spî û Heremên El Şehba. Li ser banga Kordînasyona Giştî ya hersê kantonan ku hemû pêkhateyên Bakûrê Sûriyê û Rojava bi hev re çareseriyekê ji pirsgirêka Sûriyê re bê dîtin, projeya Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê wek çareseriyê herî di cih de hat erê kirin û îlankirin."

'Tevahî gel piştgirî dide federaliya demokratîk'

Hêvî destnîşan kir ku pergala federaliya demokratîk misogeriya jiyana hevbeşe û got naskirina mafê tevahî gelê bindeste. Hêvî anî ziman ku projeya federaliya demokratîk dê yekbûna hemû netew û pêkhateyan bi awayekî azad saz bike û wiha dirêjî da gotina xwe, "Tevî ku hin hêzên derve dibêjin ku ev proje dê perçebûna Sûriyê bi xwe re bîne, gel bixwe berovajiyê vê dibêje. Herkes dibîne ku hemû pêkhate bi hev re ji bo jiyaneke azad li Rojava û Bakûrê Sûriyê têkoşîn dane destpêkirin û çi gotinên ku ji bilî vê were gotin dûrî rastiyê ne."

Hêvî bi vê hevokê dawî li gotina xwe anî, "Projeya Sîstema Federaliya Demokratîk dê mafê hemû pêkhateyên di Sûriyê de biparêze Em jî ji bo gihandina Sûriya demokratîk û danîna makezagoneke ku mafê hemû pêkhateyan biparêze heya dawiyê dê piştgiriyê bidin."

(hs/rc)