Li Kobanê 4 zarok jiyana xwe ji dest dan 6 jî birîndar

10:58

JINHA

KOBANÊ – Li gundê Derib Hesen a Kantona Kobanê di encama teqîna mayîna ku çeteyên DAIŞ'ê di dema êrîşan de çandine 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 6 jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ‘ê ku di sala 2014’an de êrîşî Kantona Kobanê kiribûn, dema ku ji aliyê YPG’ê ji herêmê hatin derxistin, li du xwe li gelek gundan mayîn danîbûn xaniyên welatiyan. Her çiqasî ev mayîn tên hilanîn jî, li gelek cihan mayînên ku nehatine dîtin hene û dibin sedema mirina welatiyan. Li gundê Derib Hesen ê ku 60 km dikeve başûr rojhilatê Kobanê, yek ji van mayinên çeteyan di nava zarokan de teqiya. Dema ku 11 zarokên gundê Metîn pezê xwe li gundê Derib Hesen diçêrandin, derbasî xaniyekî vala bûn. Di xanî de mayina ku çeteyan ji berê de danîbûn teqiya. Di encama teqînê de 4 zarokan jiyana xwe jidest dan û 6 jî birîndar bûn. Piştî teqînê gundiyan zarokên birîndar rakirin nexweşxaneya Kobanê.

Bijîjkên nexweşxaneyê diyar kirin ku rewşa hin zarokan di xeteriyê de ye.

(rc)