Li Nisêbînê rojnameger Meltem û Ugur hatin binçavkirin
12:20
Nîsan
11
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Nûçegîhanên ajansa DÎHA yê Meltem Oktay û Ugur Akgûl ku geşedanên li taxa Çatalozu geşedanên navçeya Nisêbînê dişopandin, ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin.
Li navçeya Nîsêbînê ku êrîşên qîrkirinê ya hêzên dewletê bi giranî didome, nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Meltem Oktay û Ugur Akgûl ku geşedanên navçê ji gundê Çatalozu dişopandin hatin binçavkirin. Tîmên taybet ser avahiya nûçegîhanên DÎHA yê têdebûn a li taxa Çatalozû de girtin û nûçegîhan Meltem û Ugur binçavkirin.
(kom/zt)