Dayîka Direxşan: Ez heqîqetê di têkoşînê de dibînim

09:05

Necîbe Qeredaxî/JINHA

KOLN - Dayîka Direxşan Îbrahîm a ji Başurê Kurdistanê ku 3 zarokên xwe daye tekoşîna azadiyê got: "Her sê Kurên min, tayîbetî jî yê herî dawî şehîdbûyî Bakur tenê ne zarokên min û malbatê ne, êdî bûne zarokên hemû gelê Kurd."

Dayîka Direxşan Îbrahîm 3 zarokên xwe di tekoşîna azadiya Kurdistanê de windakiriye. Zarokên Direxşan yên bi navê Hîwa, Siyamend û Brusk Cemal Sabîr ku nasnavê wan Şahîn, Kanî û Bakur di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane. Dema ku Direxşan agahiya windakirina kurê xwe yê dawiyê Bakur Cilo yê di 5 nîsanê de li herêma Şêx Meqsud ya Helebê jiyana xwe jidest dayî bihîst wiha axivî: "Destpêkê ez sersaxî ji bo hemû gelê kurd û Rêber Apo dixwazim. Bakur tenê zarokê min nîne, zarokê hemû gelê Kurde. Ez bi zarokên xwe ser bilindim. Serbilindim bi keç û xurtên ku ji bo azadîya gelê xwe têdikoşinê dikin."

'Êdî zarokên min bûne zarokên hemû gelê kurd'

Dayîka Direxşan destnîşan kir ku divê gelê kurd ji bo azadiya xwe têkoşînê mezin bike û wiha berdewam kir: "Djiminê gelê Kurd ji bo kêliyek jî kuştin, tecawiz, îşkence û ji holê rakirina gelê me gav paşda ne avêtiye. Ji bo wê jî ez serbilindim ku zarokên min li hember dûjimneke wisa canê xwe fedakirine. Canê wan ne ji bo berjwendiyên şexsî, pere û kursî feda bûye. Zarokên minên şehîd nirxeke herî mezin yê manewî ye ji bo me. Divê her kes xwedî li nirxên gelê xwe derkeve. Ger îro em şehîd û ked neden, xwe feda neken, wê dijmin zêdetir malê me kavil û wêran bikin, zêdetir bi aqilê civak û ciwanên me bilîzin. Daxwaz min ji bo gelê Kurd û her çar aliyê Kurdistanê ewe rabin ser piyan û bêjin êdî bese koletî, bese êdî gel xepandin, berjwendîyên şexsî û kursî, bese êdî jîyaneke rezîl ya di bin kontrola dijmin de. Ger em ked biden emê gav bi gav ber bi serkeftinê biçin, lê eger dijmin bi aqilê me bilîze emê gav bi gav ber bi paş ve biçin. Her sê Kurên min, ê herî dawî şehîd Bakur zarokê min û yê tenê malbatê nîne, êdî bûne zarokên hemû gelê Kurd.

Dijmin nikare vîna 40 miliyon kurdan desteser bike. Rojek wê bê em bi serkevin, serkeftin ji bo gelê me ye. Ez dixwazim weke dayîkek biçim çeperên şerefê, şeref ewe ku em di çeperan de bin, gel û welatê xwe biparêzin. Kurdisatn yeke divê were zanîn ya bê parçebûn encama zihnîyeta dijmine. Werin em destê xwe bidin destê hev û ala serkeftinê li her dera Kurdistanê rakin"

'Ez heqîqetê di tekoşîna we de dibînim'

Direxşan bilêv kir ku ew bi çuna zarokên xwe tayîbetî jî çuna Bakurê xwe ya nava refên berxwedanê kêfxweşbûye û wiha dom kir: "Dema Bakur berê xwe da çiyayên Kurdistanê ji min pirsî got; 'Dayê ez diçim tu çi dibêjî,' min jê re got; 'Dema tu diçê divê qet xiyanetê nekê, li kuderê êriş hebe li ser gelê Kurd tu divê li wir bê.' Ew ji ber ku pir bi ciwantî tevlî refên Gerîla bû gelek dihat heskirin. Ew bi xwe jî kesek rugeş û mirovek xwediyê asoyek firehbû di jîyanê de. Hezkirina wî pir mezin bû ji bo xweza, mirov û welat. Di alî ramanê de pir kur û fireh difikrî. Ez weke dayîkek min dema dît bav û kalên me tiştên baş ji me re nehiştine, em azad bijîn, min got ez nabim asteng li pêşîya têkoşîna kurê xwe. Ji ber ku nifşên bê wê me efû nekin. Hi bo wê jî min wî piroz kir, dema tevlî têkoşînê bû. Dema min heval Bakur piroz kir ji bo tevlîbûnê, wî jî min piroz kir ku ez dayîka wî me."

Direxşan herî dawî got: "Tevgera me dermanê hemû pirsgirêkaye, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên din jî. Min herî dawî ji kurê xwe re got; 'Ez heqîqtê di têkêşîna we de dibînim û pê serbilidim. Ji bo min şerefeke mezine ez dayîka we me ku hun xiyanet li gelê xwe nakin. Ev sermayê herî mezine ji bo me."

(zt)