Endama YPS-JIN Altun Yaray ber bi rêwîtiya bêdawiyê ve hat şandin
18:37
JINHA
BEDLİS - Cenazeyê Endama YPS-JIN Altun Yaray (Baran Asmin) ya di parastina cewherî de li Geverê jiyana xwe ji dest da li Tatwanê kêleka mamê wê Cezmi Altuntaş ê HPG yî hat definkirin.
Cenazeyê Endama YPS-JIN Altun Yaray (Baran Asmin) ya di parastina cewherî de li navçeya Gevera Colemêrgê jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiyê biribûn Saziya Tiba Edliya Erzurumê, ji aliyê malbatê ve hat girtin û anîn navçeya Tatwana Bedlîsê. Cenazeyê Altun di mizgeftek a ketina Norşînê de wacîbeyên olî hat qedandin û paşê jî bi konvoya ji dehan wesayîtan ber bi Tatwanê ve ketin rê. Konvo li Rahva ji aliyê polîs û leşkeran ve hat sekinandin û piştî qontrola GBT paşê dibin qontrola polîsan de cenazeyê Altun birin Goristana Karşiyaka yê.
Jinan di ketina goristanê de darbesta Altun bi rengên kesk, sor û zer xemilandin û danîn ser milê xwe. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Şehit namirin", "Ey şehid xwina te li erdê namîne" berz kirin û lîlandin. Girse heta nava goristanê meşiyan û li goristanê merasim pêk anîn. Di merasimê de endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî di navde bi sedan kes amade bûn.
Di merasimê de xizmê Altun Yaray Metin Altuntaş, spasiya xwe ji girsê re anî ziman û diyar kir ku 35 salin şehîdan didin vê axê û heta ew bigêjin armanca xwe dê têbikoşin û wiha got: "Em soz didin şehîdan ku doz û têkoşîna wan berdewam bikin. Bila serê gelê kurd û Serok Apo sax be."
Hevseroka Şaxa MEYA-DER'a Bedlîsê Saadet Çaçan jî anî ziman ku li dijî gelê kurd polîtikayên dijwar tên meşandin. Saadet, anî ziman ku gelê kurd dê bi yekîtiya xwe van zext û polîtikayan bişkînin. Piştî axaftinan cenazeyê bi sirûda "Çerxa Şoreşe" hat definkirin. Cenazeyê Altun li tenişta cenazeyê mamê wê yê HPG'î Cezmi Altuntaş (Botan Erdal) hat definktirin. Girse piştî merasimê derbasî mala Sersaxiyê bûn.
(zt)