Feleknas Uca: Ez Cejna Çarşema Sor li tevahî gelê Êzidî pîroz dikim
11:52
JINHA
AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca bi peyamekê Cejna Çarşema Sor li hemû Êzidiyan pîroz kir û got: "Ez cejna Çarşema Sor a Êzidiyên ku ji nav gelên qedîm ên Rojhialata Navîn gelek e pîrozdikim û daxwaziya min ew e ku di serî de gelê Êzidî û hemû gelên Rojhilata Navîn azad bibin."
Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca di derbarê giringî û wateya Cejna Çarşema Sor de peyamek nivîskî weşand. Di peyamê de balhat kişandina ser dîroka Çarşema Sor û wiha dom kir: "Di dîroka bawerî û netewî de gelek cejnên me yên muqades û pîroz hene. Yek ji van cejnên bi rûmet jî Çarşema Serê Nîsanê ango Çarşema Sor e. Cejna Çarşema Serê Nîsanê di pêvajoyek gelekî girîng de tê pîroz kirin. Çarşema Serê Nîsanê wekî cejna Tausî Melek û wek Sersala Kurdî te pîroz kirin. Baweriya Êzdayetî him di jiyana manewî, him jî madî de ji bo Êzidîyan nirxek çandiya giranbuha heye. Li gorî baweriya afirandinê ya Êzidiyan gerdûn roja çarşemê yanî roja çaran hatiye afirandin. Ew roj Melekê Tawisî xwe berdaye ser axê û afirandina gerdûnê temam bûye."
'Di Çarşema Sor de besimbat tên çêkirin'
Peyam wiha berdewam kir: "Îro, roja efûkirina sucên li hemberî hev in. Roja ku li şûna kîn û nifrînê, roja aşitî û biratiyê ye. Di Çarşema Sor de basimbar tê çîkirin, basimbar bi benikên zirav ên rengîn çêdibe. Li gorî baweriya Êzdayetî, ev reng temsîla aşitî û jiyanê ne. Bawerî ew e ku basimbar tenduristî, aşitî û bereketê tîne. Ji bo ku zarok nexweş nekevin, roja Çarşema Sor bendên hunandî li destê zarokan tên girêdan. Navê Çarşema Sor jî xwe dispêre vê. Di jiyana Êzidiyan de roja Çarşema Sor rijandina xwînê guneh e, teqez can nayê girtin. Di vê roja pîroz de kesên ku bi baweriya Êzdayetî anîne divê bi xwe re hêkên ku bi rengê sor hatiye boyaxkirin bigerînin.
Çarşema Sor, roja temambûyina gerdûnê û despêka jiyanê, ji aliyê Êzidiyan ve her roj li her deverên ku lê dijîn bi bextewariyek mezin tê pîrozkirin. Lê îsal, li gel Fermana 73. gelê Êzidî ku Şengal neterikand bi xemgînî pêşwaz dike. Daxwaziya mine ew e ku Çarşema Sor bibe wesîleya azadiyê. Di serî de bibe wesîleya azadiya jin û zarokên di destê DAİŞ'ê ne, jinû ve avakirina Şengalê û vegera xezar Êzidiyê ku ketine ser riya koçberiyê. Ez cejna Çarşema Sor a Êzidiyan ku ji nav gelên qedîm ên Rojhialata Navîn gelek e pîrozdikim û temeniya min ew e ku di serî de gelê Êzidî û hemû gelên Rojhilata Navîn azad bibin."
(zt)