Navnîşana çareseriya jinan: Mala Jinan Kardelen e

09:28

JINHA

AMED - Mala Jinan Kardelen, bi salane ku ji çareserkirina pirsgirekên jinan re dibe hêz. Seval Demir a ku 4 sale li Mala Jinan Kardelen dixabite bi jinan re yek yek hevdîtin dike, ew dixwazin di her alî de ji jinan re bibin alîkar û got: "Gava em hevdîtin bi jinan re dikin piçek jî be keyfxweş dibin ev ji bo me jî moralek mezine."

Mala Jinan Kardelen bi salane ji aliyê madî û manewî ve piştgirî didin jinan. Xebatkarên Mala Jinan Kardelen gotin ku ew ji aliyêkê ve jinên ku tên cem wan pirsgirekên wan çareser dikin, ji aliyê din ve jî tiştên ku dibîhîzin û dibînîn bi rojan re dibin bandora wan bûyeran de dimînin. Seval Demir a ku bi salane dinav xebatên jinan de cih digre û ev 4 sale di Mala Jinan Kardelen de di xebite got ku jin ji hev re dibin hêz û piştgirî.

'Gava em keyfxweşiya jinan dibînin ji bo me zehmetî bi dawî dibe'

Seval dema nû li Kardelenê dest bi kar kirî wiha anî ziman; "Min hema bi jinan re hevdîtin nekir. Piştî ez di perwerdê re derbasbûm min nû bi jinan re hevdîtin kir. Jinên ku rastî îstîsmarê hatin jiyana wan ez gelek bandor kirim. Jin zewicîbû, lê ne bi daxwaza xwe zewicî bû û ji aliyê hevjinê xwe ve rastî îstîsmara zayendî dihat. Ji bo wê serî li me Mala Jinan Kardelen da û me piştgiriya derunî ji bo wê kir. Li Rihayê zaroka 5 salî rastî îstîsmara zayendî hatibû. Gava ez bi bûyeran re mijul dibûm min xwe ji bin badora bûyerê bi rojan xilasnekir. Karê ku em dikin çikas zehmet be bila zehmet be gava ez kene ruyê jinan dibînim ji bo min zehmetî dawî dibe."

'Di dozên hevberdanê de em bi hev re tevdigerin'

Seval behsa pirsgirekeka jinek din kir û wiha got: "Jineke ku ji aliyê hevjinê xwe ve rastî êrîşê dihat, dixwest ji hevjinê xwe veqete. Tenê ne ji aliyê hevjinê xwe ji aliyê malbata wî ve jî rastî şîdetê dihat. Deruniya wê pir xirab bûbû, min pêre hevdîtinên kesanî kir û me piştgiriya derunî dayê. Em bihevre ketin doza veqetanê û me bihevre doz şopand. Di runiştina dozê ya dawî de min wê dît ku xwe kom kiriye û bi hêz hatiye tevlî runiştina dozê bûye."

Jina ku şîdet didît: We ez ji serdevka gur xilas kirim!

Seval dazanîn ku piştî demek dirêj jinek berê livir dima hat ziyareta wê û diyariyek balkêş aniye jêre û wiha axivî: "Gava ew jin hat ziyareta me di nava biblonê de lîstoka keçika serî sor anî bû. Gava me diyarî dît şaşwaz man, me ji jinê pirs kir çima te diyarî aniye? Wê jî bersiva: 'Mi dikaribû wê bivî şeklî nîşanî we bidim ku we ez ji nava serdilka gur derxistim. Deme ku ez hatim Mala Jinan Kardelen ez bê çarebûm û min nîzanî bû ka ez ê çibikim. Lê bi saya we min xwe komkir û êdî min karî bû biryar bidim.'"

Seval diyar kir ku ew bûne bersiva jinan û wiha gotinên xwe dawî bir: "Ne tenê jinên serî li me dane me ji bo qursiyera jî piştgirî da. Yên ku tên qursê hem ciwan û hem jî jinên temenên wan mezin hene. Jinên ku tên qursê bi kelecanin ev kelecana jinan ji mere dibe moral. Mala Jinan Kardelen ji jinan re bû hêviyeek. Me tucar jin bi tenê nehiştin. Piştî niha ji destê me te em ê bikin. Jin bila piştgirî bidin hev."

(dt/zt)