250 jin ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hatin qetilkirin
13:19
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – 250 jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine dîlgirtin, li Mûsilê ji ber ne hêştine ku bên tecavûzkirin ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawer (ANHA), berpirsekî partiyek kurdî ya Îraqê sedema kuştina van jinan ji Rojnameya Daily Mail re vegot. Berpirs destnîşan kir ku 250 jinên Mûsilê dema ku qebûl nekirin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bên tecawizkirin, hatin îdamkirin. Di nûçeya rojnameyê de nehat zanîn ka ev jin kengî û çawa hatin îdamkirin. Lê belê hat hînbûn ku ji ber van jinan biryara serçeteyên DAIŞ’ê ya pêkanîna û red kirine hatine qetilkirin.
(rc)