Gelê Kobanê hember tecrîdê meşiyan
18:24
JINHA
KOBANÊ - Li Kantona Kobanê gel li hember tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadê û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Li Kantona Kobanê bi armanca protesto kirine tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gel daketin qadê û bi meşek girseyî tecrîd şermezar kirin.Meş ji qada berxwedana jina kurd dest pê kir û heya qadê Aştiyê berdewam kir. Di meşa girseyî de dirûşmeyên "Ji Rêber Apo re azadî" hat berzkirin.Her wiha alên TEV-DEM û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan.Piştî meşê ser navê Komîta Perwerda Civaka Demokratîk Rûken Êto axivî. Rûken diyar kir ku hewldanên hikûmeta AKP'ê vala derketine û wiha got,"Kobanê bi sekna xwe gotinên Erdogan yê ji bo têkbirina Kobanê vala derxist. Gelê Kobanê bi birîndarên xwe ve ji kesên 7 salî heta 70 salî derketin qada şer û kobanê rizgar kirin. Daxwaza me ew e ku em Rêberê xwe azad bikin û dengê xwe bighînin cîhanê. Îro zarokên 18' salî heta 22-23 bi mamostên xwe re derdikevin çalakiyan ji bo serokê xwe. Lê belê cîhanê tevde çavên xwe li vê rastiyê girtiye. Ti carî di cîhanê de kesî ewqas behsa Rêberê xwe nekirin ji bilî Gelê Kurd."
Di dawiya axaftinên xwe de Rûken Êto got, "Azadiya Rêberê Me, azadiya Me û Hemû gelê ye. Em ê têkoşîna xwe bilin bikin heta em Serokê xwe rizgar bikin.”
Li ser navê Rêvberiya xweser Şervan Mislim jî wiha got, "Em vê meşa xwendekar û mamosteyan spas dikin. Bi saya fikir û ramanên azad ya Rêber Apo em vê rastiyê dikarin jiyan bikin.”
Meş bi bş dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi terene ey Serok", "Azadiya Rêberê me azadiya me ye" û "Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.
(ze/rc)