Welatiyê bajarê Dirbêsiyê hember ambargoyê meşiyan

15:31

JINHA

DIRBÊSIYÊ - Welatiyên bajarê Dirbêsiyê, Zirgan û gundên dora wê bi armanca protestokirina ambargoya ku ji aliyê PDK'ê ve hatî dayîn daketin qadê. Meşa ku li qadê Arîn Mîrkan despêkir heya bazara navenda bajêr berdewam kir.

Gelê Rojava ne razîbûna xwe yê li hember ambargoya hikûmeta PDK'ê yê başûrê Kurdistanê bi meşek şermezar kir. Duh li bajarê Dirbêsiyê welatiyên bajaroka Zirgan û gundên dora wê li Qadê Arîn Mîrkan yê bajêr hatin ba hev û bi meşek girseyî dorpêç û ambargoya li ser herêmê protesto kirin. Di meşêde encamên Yekîtiya Ciwanên Rojava, Kongreya Star û TEV-DEM'ê jî hebû. Girse bi yek dengî got 'Bila Mesut Barzanî dev ji xiyaneta li dijî gelê xwe berde, deriye semalka veke' qeriyan û meşa xwe heya bazarê navenda Dirbesiye dewam kirin.

'Em ê serê xwe ne tewînin'

Rêvebera Xweseriyê Perwîn Mihemed piştî meşê axaftinek kir û diyar kir ku ew ê li hember ambargoyê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got, "Em ambargoya li ser Rojava te meşandin bi destê Mesûd Berezanî lanet û şermezar dikin. Em dibêjin ku bila dost dijmin hemu bizanibin em ji welatê xwe dernakevin. Em ê ne bin koçberên welatê xerîb. Em ji dayîkên şehîdan re sersaxî dixwazin. Dîsa em ê li hember ambargoyan serê xwe ne tewînin û li ser axa xwe berxwe bidin. Li Rojava li Bakur gelê Kurd we li hember zordestiye bê deng nemînin."

Endama Kongira Star ya bajarê Dirbêsiyê Gulîstan Omer û rêvebirê meclisa TEV-DEM Mihemed Tilkerim jî axivîn. Meş bi dirûşmeya, "Bimre xiyanet û bijî berxwedana gelê Kurd" bi dawî bû.

(şe/rc)