Girtiyên nexweşên li girtîgeha Mêrdînê nabin nexweşxanê

10:24

JINHA

MÊRDÎN - Pêkutiyên ser girtiyên li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê her diçe zêde dibin. Miduriyeta girtîgehê ji bo ku girtî biçin dermankirinê tekmîl a ku di salên 80'î de dihat sitendin dixwazin.

Yek ji rojeva Tirkiyeyê jî pêkutî û êrîşên ser girtiyan e. Di demên dawî de bi qasî ku êrîşên ser gelê Kurdistanê tê jiyandin, êrîş li ser girtiyên siyasî jî tên jiyandin. Di demên dawî de bi dehan girtiyên siyasî hatin sirgunkirin û têkîliyên girtî û malbatan ji hev qutkirin. Tarzekî kevn ku di demên berê de dihat bikaranîn niha ji aliyê miduriyetên girtîgehan ve dikevin meriyetê.

Nexweş nayên dermankirin

Pêkutiyên ser girtiyên li Girtîgeha Mêrdînê zêde dibin. Hat hînbûn ku Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dixwaze kiryarên salên 80'an têxin meriyetê. Miduriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê zora dayîna tekmîlê li girtiyan dike û girtiyên ku tekmîlê qebûl nakin nayên dermankirin. Hat zanîn ku di girtîgehê de gelek kesên ku nexweşiyên kronîk bi wan re heye hene û divê bên dermankirin. Ji bilî nedermankirinê hat hînbûn ku gelek sirgunkirin jî li Girtîgeha Mêrdînê tê kirin.

(kom/zt)