Tedewiya Remziye û pitika wê dewam dike
13:35
JINHA
WAN- Tedawiya Remziye Bor a ku li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di serdegirtina malê de ji alîyê polîsan de hate gulabaran kirin, li gel pitika xwe Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Heremê ya Wanê berdewam dike.
Tedewiya Remziye Bor a ku li taxa Xaçortê ya navçeyê Rêya Armûşê ya Wanê di serdegirtinê polîsan de hatibû gulebarandin berdewam dike. Têkîldarê rewşa Remziye xweşka wê Mahsûma Kamerî agahî da û wiha got, "Nexweşiya Remziyê piştî emeliyetê ji aliyê gewrîyê baş dibe, xortimê ji bo bêhnê baş bistîne jî di gewra Remziyê deye. Lê li aliyê laşê Remziyê pêşdeçûnek nîne." Mahsuma diyar kir ku dema birînên Remziye baş bibe, ew ê bijîşk dest bi tedawiya fîzîkê jî bikin."
(hk/rc)