Jin li hember hikumraniya mêr rêxistina xweparastinê dikin
09:15
Duygu Erol/JINHA
ENQERE - Pîrebokên Kampûsê, diyar kirin ku têkoşîna jinan encax bi rêxistinê bihêz dibe û bangewaziya beşdarbûna atolyeyên xweparastinê kirin. Endama Pîrebokên Kampusê Melîke Avci da zanîn ku li hember pergala mêr çeka herî mezin piştevaniya jinan e.
Jinên Kurdistanî, ligel qexedexeya derketina derve de dijîn, jinên ku di pergala hikumraniya mêr de hatin qetilkirin, hedef girtina bedenên wan û cih û warên jiyanê li wan hat teng kirin. Li gel van hemûyan jî jin di nav barikatan de pêşvebirina xweparastinê dikin. Jinên ku li bajarên Tirkiyeyê dijîn jî li dijî tacîz, tecawiz û şidetê rêxistina xweparastinê dikin. Pîrebokên Kampusê bi destpêkirina atolyeya perwerdeya xweparastinê him xwe diparêzin him jî li dijî pergala hikumraniya mêr rêxistina piştevaniya jinan dikin. Endama Pîrebokên Kampusê Melîke Avci balkişand ser rewşa bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi heman pergala hikumraniya mêr de tê bi rê ve birin û wiha anî ziman: "Li Kurdistanê hember me dewleteke ku jinan qetil dike, bedenên wan teşhîr dike, di bin hişmendiya mêr de bajaran bombebaran dike û serdestiya xwe li ser bedenê jinan nişan dide heye û got heman dewlet disan li Tirkiyeyê hember me disekîne."
'Hikumraniya mêr ne ebedî ye yan jî ne ezelî ye'
Melîke diyar kir ku ew wek xwendewanên zaningehan, kampusan her tim dibin fişareki de xwe his dikin, pergala ku tê de dijîn tekoşîna bêxwerêxistinê de derbas dibin û wiha domand: "Em bin pergaleki hikumraniya mêr de dijîn û em wekî jin wê baş dizanin ku jiyaneke pir zehmet bin pergaleki kapîtalîst a hikumraniya mêr de dikişînin. Em jî dibeku hember vê pergalê xwe birêxistin bikin. Her wiha em vê baş dizanin ew birêxistinê bi rêya xweparastinê de derbas dibe. Pergala hikumraniya mêr ne ebedî ye yan jî ne ezelî ye. Dizanin dibe ku ew e were ruxandin." Melîke bilêv kir ku ji bo wê jî bişêweyek pratikî ew birêxstin xweparastinê dikin.
'Xala herî giring di xweparastinê de palpiştî ye'
Melîke ani ziman ku pêkanina xweparastinê xala herî girîng ji xwe de dîtina xwebaweriyê ye, wekî ku jinên Pîrebokên Kampusê ji bo atolyeyên xwebaweriyê, xebatan bi rê ve dibin û wiha berdewam kir "Em hewl didin jin xwe bawer bikin, ji xwe haydar bin. Mebesta herî girîng a xweparastinê jî ew e ku xala herî girîng palpiştiya jinan e. Ji dijî pergala ku hewl dide me hember yektir dijminatiyê awa dike em jin yekitiya xwe piştgiriya xwişktiyê dikin." Melîke bal kêşand ser her qada tê de dijîn ku têkoşîna xwişktiyê bidin meşandin û hewldana geşedayîna palpiştiyê bidomînin.
'Li dijî pergala riziyî ya edaletê xweparastin'
Melîke da zanîn ku dema dibêjin xweparastin 'çeteyên jin' û 'çeteyên li mêran dixin' tê hişê her kesê û wiha dom kir; "Tiştek wisa tune ye. Em baş dizanin ku pergala edaletê kar nake. Dizanin ku jina rastî tacîzê, tecawizê hatî bi sizaya muebetê hatiye darizandin. Hember vê pergala rizî ya bêhnpêketî ya bêkêr de parêznameya meşru, piştewaniya jinê de em hez dikin ku bi rêxistinekî xweparastinê bikin û wiha dirêjî da axavtina xwe ew dewleta ku em dijî ne li Kurdistanê dewleteke ku jinan ketil dike, bedenên wan teşhir dike, bin hişmendiya mêr de bajaran bombebaran dike, serdestiya xwe ser bedena jinan nîşan dide hember me heye. Heman dewlet disan li Tirkiyeyi hember me disekîne."
'Çeka me ya herî mezin piştevaniya jinan e'
Melîke got ku li hember pergala hikumraniya mêr çeka herî mezin piştevaniya jinan e, di xweparastinê de rewşa rêk û pêk birêxistinkirina jinan e û ji bo ku bigihîjin jinan bangawaziya beşdarbûna atolyeyên xweparastinê kir.
(my)