Li hember êrîşan berxwedana Nisêbînê di roja 49'an dene

10:24

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ku berxwedana YPS û YPS-JÎN'ê li dijî êrîşên hêzên dewletê di roja 49'an de berdewam dike, li diji maşîna zirxî çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 3 tîmên taybet ên cendirmeyan hatin kuştin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdinê berxwedana endamên YPS û YPS-JIN'ê ya li dijî êrîşên hêzên dewletê ya bi tang û topan di roja 49’an de berdewam dikin. Hêzên dewletê ku nikare têkeve navçeyê bi tang û topan êrîşî kargeriyan dike. Şevê din ciwanên kurd li dijî êrîşên dewletê çalakî pêk anîn. Ciwanan li dijî tîmên taybet ên ku xwestin ji pira Çagçagê re derbakî taxa Firatê bibin, êrîş pêk anî. Di êrîşa endamên YPS û YPS-JIN'ê de 3 tîmên taybet hatin kuştin. Êrîşê bi saetan berdewam kir û piştî êrîşa ciwanên kurd tîmên taybet paşve vegeriyan û derbasî Qada Newrozê bûn. Tîmên taybet vê carê bi maşîneyên zirxi êrîşî taxan kirin. Di çalakiyê de 3 tîmên taybet ên cendirmeyan jiyana xwe ji dest dan û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

(kom/zt)