Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Paskalya

11:43

JINHA

ŞIRNEX - Li Hezexê Cejna Paskaliya ya ku ji aliyê Suryaniyan ve weke roja Hz Îsa çuyî esmanan tê zanîn hat pîroz kirin.

Li navçeya Hezexa Şirnexê Cejna Paskaliya ya ku ji aliyê Suryaniyan ve weke roja Hz Îsa çuyî esmanan tê zanîn bi merasîma olî li Dêra Dayê Meryem hat pîroz kirin. Di merasîma olî de Papazê gundê Mîdihê Şemun Uçar jî amadebû. Di merasîmê de hinek suretên Încîlê hatin xwendin, li ber xwendinê re jî welatiyan dua dikirin. Paşê jî hêgên bi rengên cuda hatîn reng kirin li welatiyan hatin belav kirin.

(kom/zt)