Di dorpêça 1'ê Gulanê de TOMA yê welatiyek qetil kir
12:05
JINHA
STENBOL - Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên ku li Stenbolê tên li darxistin, girseya ku xwest bikeve Qada Taksîmê, polîsan êrîşê girseyê kir. Di êrîşê de welatiyek di binê TOMA'yê de ma, jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku welatiyê jiyana xwe ji dest daye, Naîl Mavuş yê 57 salî ye.
Hin kumên ku xwestin 1'ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin, bi êrîşa polîsan re rû bi rû man. 30 endamên Partiya Rizgariya Gel (HKP) xwestin li Bêşîktaşê dest bi meşê bikin, ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Her wiha welatiyê li kafeya nêzî Metroya Osmanbey li xaringehê taştê dikir, beyî ku tu hincet bê nîşandan, ji hêla polîsan ve hat binçavkirin. Dîsa 8 endamên Eniya Gel ên li Ferîkoy xwestin bimeşin, hatin binçavkirin. Endamên Partiya Bindest Sosyalîst (ESP) yên bî navê Can Kizilirmak, Firat Gok, Maksut Toprak, Enver Alpşar û Nurhayat Guneş, li Kolana Îstîklalê ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.
Endamê SODAP'ê Mehmet Çetal piştî li Qada Taksîmê pankarta "Bijî 1'ê Gulanê" vekir hat binçavkirin. Dîsa ciwanên bi navê Ugur Acar, Dilbirîn Açar û Onur Eyîdogan li Dolabdereyê xwestin pankartan vekin hatin binçavkirin. Girseya li Mecîdiyekoy xwestin bimeşin Taksîmê, polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî wan kir, di êrîşa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin. Li ser Kolana Tarlabaşi ya Beyogluyê, maşîna TOMA'yê li welaityê bi navê Naîl Mavuş (57) qelibî. Dema ku Naîl rakirin nexweşxaneyê li gel hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Naîl demdirêj di restoranta Galatasarayê de xebitiye, teqawîte û zarokek wî heye.
(zt)