Li Colemêrgê daxuyaniya 1'ê Gulanê

12:25

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê di çarçoveya çalakiyên 1'ê Gulanê de daxuyanî hat dayîn.

Li Colemêrgê di derbarê çalakiyên 1'ê Gulanê de daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê KESK'ê ve li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevserokên HDP'ê Hevserokên KESK'ê û Endamên KESK'ê amadebûn. Di daxuyaniyê de Dovizên "Biji 1 Gulanê" û "Li hember mêtingerî û bindestiyê biji 1'ê Gulan" hatin rakirin. Daxuyani ji aliyê Hevserokê KESK'ê yê Colemêrgê Musa Bor ve hat xwendin.

Musa diyar kir ku ewê li hemberi mêtingeriyê talanê mafê xwe her tim biparêzin û wiha got; "Em li Hemberi koletiya ku niha li Tirkiyê tê jiyan kirin berxwe didin. 1'ê Gulane roja Kedkar û Karkerane, em li her deverên Tirkiyê bi daketina qadan vê rojê li hemû Karkeran kedkaran pîroz dikin."

Daxuyani bi dirûşmeyên "Biji 1 Gûlan " û tililiyên jinan dawi bû.

(zyd/zt)